Stenbol
Di civîna diduyan a 7 partiyan de biryarên nû hatin girtin yek ji wan biryaran sazkirina “Kordînasyona hevpar” û biryara diduyan jî ew e ku Mîtînga Aştiyê bê lidar xistin.
Li gor nûçeya MA’yê di civîna diduyan a 7 partiyan û saziyên sivîl ku roja 26’ê reşemiyê de li dar ketibû, hin biryar hatibûn girtin. Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz ji bo ajansê axiviye û ji wê civînê agahî dane. Li gor gotina Akdenîz di meha avrêlê de wê li Stenbolê mîtîngeke mezin bi navê Mîtînga Aştiyê li dar bixin û difikirin ku li bajarên din jî xebateke bi vî rengî bikin.
Li ser banga HDP’ê ku di çarçoveya lêgerîna rêya 3’yemîn de bû, bi beşdariya Emek Partisi (EMEP), Turkiye İşçi Partisi (TİP), Toplumsal Ozgurluk Partisi (TOP), Sosyalist Meclisler Federasyonu (SMF), Emekçi Hareket Partisi (EHP) û Halkevleri di du meha de du civîn hatin lidar xistin.