Diyarname
Julian Assange piştî ligel DYA'yê Peyman saz kir hat berdan û li welatê xew Avustralyayê wekî lehengan hat pêşwazîkirin. Serokwezîrê Avusralyayê Anthony Albanese ji bo Assange bê berdan bi salan xebatên lobiyê meşand.Albanese bi telefonê ligel Assange axivî û ji bo çapemenî got, "Vê êvarê ligel Assange min hevdîtineke xweş çêkir. Wî pesnê hewldana hikumeta Avustralyayê da."
Kî ye Julian Assange ?
Dinyayê ew bi belgeyên "Wikileaks"ê naskiribû. Piştî ku belgeyên "Wikikeaks" ê belavkirin, ji aliyê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ve hatibû girtin. 14 salan di girtîgehê de ma. Di vê pêjavoyê de Avustralyayê her piştgirî dida wî. Dawiya dawî, ji mafê xwe yê heqgerînê encam stend û êdî azad e. Assange, di girtîgehê de, bi destûrek taybet di sala 2022'yan de ligel Stêlla Moris zewicîbû. Piştî ji, girtîgehê derket cara pêşî jina xwe Stêlla Moriz hembêz kir. Assenge, li Avustralyayê wekî lehengekî hate pêşwazîkirin. Wî belavkirina belgeyên "Wikileaks" ê wekî sûcekî qebûl kir û bi DYA'yê re li hev kir. Li ser vê DYA'yê ew berda. Ji bilî belgeyan, wî bi sûcek din jî sûcdar dikin, ew jî sûca tecawizê bû, lê wî ev sûc red kir. Gava ji girtîgehê derket, li balafirê wekî lehengekî hate pêşwazîkirin. Niha piştî 14 salan ew li mala xwe ye.

Assange bi destûrek taybet di sala 2022'yan de ligel Stêlla Moris zewicîbû; Niha yekem car ew hembêz kir.


