Amed
Ji bo Hefteya Mafên Mirovan ÎHD'ya Amedê bi kurdî û tirkî belavokên "Hûn mafên xwe dizanin?" belav kirin.
Hefteya Mafên Mirovana di navbera 10-17'ê vê mehê de ye. Di vê çarçoveyê de xebatên li ser vê hefteyê têne kirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî belavokên ku agahiyên li ser mafên mirovan pêşkêş dikin îro li Taxa Seyrantepeya Amedê belav kirin. Di belavokan de, dibin van sernavan de agahî hatin pêşkêş kirin: "Hûn mafên xwe dizanin?", "Hûn mafên xwe bikar tînin?", "Hûn mafên xwe yên medenî dizanin?"
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey û rêveberên komeleyê belavok belav kirin. Tiştê balkêş ÎHD'yiyan belavk dan polîsan jî.