Mahmut Ozçelik
‘Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac Enel Heq’ wekî pirtûk ji hêla nivîskar Ali Gurdilî ve hatiye nivîsîn. Dema min ewilîn çav li pirtûkê gerand da ku ez dest bi xwendina wê bikim, dengek ji nepenî ve ez şiyar kirim ku bi dizîka digot dev ji vê pirtûka felsefeyî berde û xwe newestîne. Min jî deng da vî dengê nepen û demek dirêj ev pirtûk di quncikekî pirtûkxaneya xwe ya biçûk de bêxwedî hişt. Lê çi dema ku aqil êdî raserî li dengê nepen kir, min jî dest avêtiyê û bi diltirsiyek mezin xwend. Lê hê di hevokên pêşîn de ez pêrgî zimanekî sade/vekirî û herikbar yê edebî hatim û ev pirtûka bi naveroka xwe ve li ser jiyan, têkoşîn û felsefeya Mensûrê Hallacî hatiye nivîsîn, ez di bin bandora xwe de hiştim. Her rûpela ku dihat xwendin asoyek nû li ber min vedikir û min dixwest zûzûka vê pirtûkê bixwînim û bi rastî jî bi kêfxweşî di nava du rojan de min qedand. Dîsa vê jî bêjim birêz Ali Gurdilî ji bo kesên dibe ku di xwendina pirtûkê de zehmetiyê bikişîne jî xêrek kiriye û di dawiya her gotara xwe de ferhengokek ji kurdî-tirkî pêktê bi cih kiriye. Yanê bi kurtasî tu behane ji bo em ji xwendina vê pirtûkê birevin nehiştiye…
Naveroka pirtûkê Mensûrê Hallac e ku em wî bi gotina nemir ya ku gotiye “Enel Heq” dinasin. Di rastiya xwe de bi vê gotina xwe, xwestiye bibêje ‘ez Xwedê me’ an di wateyek din de gotiye û kingê ev gotin bi lêv kiriye, bi kitekitî hatiye şîrovekirin. Pirtûk ji nozdeh beşan pêk tê û ji Weşanên Evrenselê derçûye.
Serdema jiyana Hallac
Mensûrê Hallac di navbera salên 856 û 922’yan de, di dema Dewleta Abbasiyên ereb de jiyana xwe ya bi cewr û cefa dagirtî, jiyaye û di dawiyê de ji ber fikr û ramanên xwe yên ciyawaz bi bêînsafiyeke nedîtî ve hatiye kuştin.
Ji hêla nîjadî ve gengeşî hebe jî lêkolînerên li ser jiyana wî pispor in exlebî li ser erebbûna wî hemfikirin. Lê ji ber ku cihê jidayikbûna wî Beyza an jî Bayda ya ku di nava herêmên Îranê de ye, gumana farisbûn an kurdbûna wî jî berbelav bûye. Jê pê ve ji hêla baweriya bapîrên xwe ve mazdeîst/zerdeştîbûna wî jî vê gumanê dermalê dike. Vê baweriya bav û kalan jî gelek li ser felsefeya wî kartêkerî kiriye.
Mensûrê Hallac li gelek cihan perwerdehiya xwe ya olî pêk aniye û li cihên wekî Vasît, Tustar, Besra û Bexdayê jiyana xwe domandiye. Çendî caran çûye hecê. Carinan bi salan li wir maye.
Mensûrê Hallac li gor gotinan di meha Remezanê de rojiya xwe digirt û rojê 400 rikat jî nimêj dikir. Dema diçe Mekkeyê qasî salekê; rojê tenê du qurt av û parçeyek nan xwariye û nefsa xwe terbiye kiriye. Di herka jiyana xwe de gava wî davêjin zindanê jî li gorî gotinan di rojekê de bi qasî hezar rikatî nimêj kiriye.
Hallac ji ber çend sedeman tuşî êrîşên hişkebaweran dibe
Ji van sedeman yên herî berbiçav gotinên wî yên ku dibêje ‘enel heq/ez Xwedê me,’ ez jî dikarim berhemeke mîna Quranê binivîsim, ez xwedî hêzên îlahî me û hwd. in. Cardin ramana wî ya ‘bi Xwedê re, xwe yekdîtin’ jî gelek hêrsa bawerhişkan anîbû. Gotegotên ku Hallac xwe mesîh îlan kiriye, dixwaze bibe xelîfe û xoşewîstiya xwe daxuyandiye hêrsa rêveberan jî arasteyî wî dike. Ev gotinên wî yên li jor bûne sedem ku ji hêla mekkeyiyan ve were lanetkirin. Dîsa ji hêla din ve wekî ‘jirêderketî,’ sêrbaz, dînbûyî û kafir jî tê sûcdarkirin.
Mînak Mensûrê Hallac di berhemek xwe de Xwedê mîna tiştekî cismanî nîşan daye û ev yek wekî ji rê derketin tê dîtin û dibe sedema sûcdariya wî ya mezin.
Û di dawiyê de biryara kuştina wî tê dayîn. Ewilîn biryara lêdana hezar qamçiyî didinê, dû re dest û nigên wî jêdikin û herî dawî jî bi çarmixê ve tê girêdan û şewitandin. Berî şewitandina laşî, serê wî hatiye jêkirin û di nava gel de bi taybetî li herêma Xorasanê hatiye gerandin. Ariya laşên wî jî davêjin Çemê Dîcleyê…
Hallac dişibe Manî
Taybetiyek Mensûrê Hallac jî ew bûye ku li gelek deveran geriyaye û dema derfet dîtiye fikrên xwe geh li mizgeftan, geh li cihê qerebalix lê hebûye rasterast vegotiye. Di vê hêla xwe de dişibe pêxember Manî ku Hindistan jî di nav de li gelek deveran geriyabû, fikrên xwe derpêş kiribû û vê çalakiyê di dawiyê de desthilatdar tirsandibû û biryara kuştina wî dabûn. Heman tişt tê serê Mensûrê Hallac jî. Çimkî ji Tirkistanê hetanî Hindistanê digere û fikrên xwe belav dike. Di van gerê xwe de naskirina fikr û baweriyên cihêreng dike ku Mensûrê Hallac li hember hemû ol û baweriyan bi rêzdarî tevbigere. Fikrên wî di esasê xwe de misilmaniyek ji kevneşopoya wê demê dûr e. Mînak wî wisa bawer dikir ku çûna hecê ne girîng e. Kesê ku derfeta wî ya çûna hecê tunebe, kesê feqîr û belengaz dikare li cihê lê dijî jî wê seremoniya hecê pêk bîne. Ev fikrên wî yên derheqê hecê de dibe sedem ku biryara kuştina wî were dayîn. Çimkî wî çûna hecê ji nav pênc şertên îslamê derxistibû û bibû sedem ku komên sûnî bertekên hişk nişan bidin. Bi vê fikra xwe ya derheqê hecê de Hallac ‘pîroziya arişî ya hundirîn, di dewsa pîroziya daringî ya Kabê de dîtiye û serdana Xwedê ya arişî derxistiye pêş.’(r. 74).
Dîsa fikrên Mensûrê Hallac yên derheqê cîhadê de pir balkêş e û ji bo gelemşeyên cîhana Îslamî îroj dijî jî wekî rênîşandêr e: Çimkî Hallac ji têgeha cîhadê, li hember nefsê têkoşînê fêm kiriye. Li gor dîtina wî yên ji dildarî, xerabî û misrifiyan xwe rizgar kirine, ev mirov kesên micahîd in.(r. 84). Di van hevokan de mirov dibîne ku Hallac li hember cîhadê radiweste û zêdetir giringiyê dide cîhada hundirîn.(r. 85). Xwezî ev mirovên li ser navê Xwedê li seranserê cîhanê îroj ewqas xwîna bêgunehan dirijînin hay ji vê fikra Hallacî hebûna û li gor wê fikrê tevbigeriyana…
Rêya xwegihandina Xwedê
Mensûrê Hallac derheqê dinyaya madî de jî mirovan şiyar dike û wiha dibêje: ‘Mirovên ku di têkiliyên madî de girêdayî bimîne, êsîr e. Divê mirov ji made derbas bibe û bikeve nava dinyaya wateyan. Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata Xwedê û ji dîlîtiya madî mirovan azad dike. Mirov divê guh bide dengê dilê xwe û xwe ji made, rizgar bikin. (…) heke kurê mirov bizanibe dilê xwe veke, dê Xwedê dilê wî bi dilînê dagire.(r. 99).
Li gor Mensûrê Hallac ‘Xwedê xezîneyek veşartî ye û li gorî Quranê, her kes nikare bigihîje vê xezîneyê.’ Û piştî sê domanan, mirov dikare bigihije Xwedê. Domana yekem ew e ku mirov xwe ji hemû zewqan dûr dike û fêrî tunebûnê dibe. Di domana duyem de mirov digihîje zelaliyeke tebatî. Di domana sêyem de jî, yekbûn heye û di van hemû domanan de rêzan dil e.(r. 100). Hallac dema wekî rêzan ji xwe re ‘dil’ esas digire ji hêla tevgera/mezheba mutezîliyan ve bi ji aqil dûrketinê tê rexnekirin. Çimkî li gorî mutezîliyan di riya Xwedê de ji bilî rêbaza aqil tu rêbaz nayê pejirandin… Lê em dibînin ku Mensûrê Hallac guh dide dengê dilê xwe û bi ‘rêbaza çavdêriya hundirîn’ dixwaze xwe bigihîne Xwedê…
Bandora li ser mezheban
Mensûrê Hallac gelek bandor li ser mezheb û terîqatan hiştiye. Ji bektaşiyên Anadolê hetanî misilmanên Hindistanê ku li wir bi navê Mensûrî bajarek jî tê avakirin ji fikrên wî ketumet dibin. Ji elewiyan hetanî karmatî û êzdiyan gelek komên baweriyan xwedîtiyê li hin fikrên wî dikin.
Mensûrê Hallac peyva ku dibe sedem ku were kuştin yanê ‘enel heqê’ kînga û di çi wateyê de dibêje hêj jî tam nayê zanîn, wekî razek hezar salî ya ku kes nikare dahûrîne tê xuyakirin û di dema em tê de dijîn de jî tê gengêşîkirin. Li gor hin kesan vê peyvê hêj di dema xwendina xwe de dibêje. Cineydê Bexdadî ku alimek mezin yê wê demê ye dema bi Hallac re dipeyive ji wî vê gotinê dibihîse û li ser vê gotinê jê re wiha dibêje: ‘Bi vê peyva ka em binêrin wê xwîna te li kîjan sêpê biherike?’(r. 18). Hin kes jî wisa difikirin ku ev peyv tenê di dema darizandina wî de tê bilêvkirin ku dema qazî jê dipirse tu kî yî? Ew jî dibêje ‘ez enel heq im.’ Hin olzan dibêjin ku dema Mensûrê Hallac gotiye enel heq/ez Xwedê me ne di wê wateya rasterast tê fêmkirin de lê belê di wateya ku ez heqîqet im, ez heq im û hwd gotiye.
Ev mirovê hêja gelek edîb û hozanan jî di bin bandora xwe de dihêle. Ji Ehmed Yesewî hetanî Yunus Emre, ji Nesîmî hetanî Muhammed Îkbalê hindistanî gelek şopdarên ramanên wî çêdibin…
Çavkanî: Ali Gurdilî, Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac/Enel Heq, Weşanên Evrensel, Çapa Yekem, 2015, Stenbol.
Tebinî: Li Stenbol/Kadikoyê pêşangeha pirtûkan li dar e. Hetanî 11'ê pûşperê hûn dikarin li wê mekanê-standa Weşanên Evrenselê- vê pirtûkê bi hêsanî bibînin û bi kêfxweşî bixwînin…


