Şepêla Sibe ya Sûriyeyê (Teyar El-Xed El-Sûrî) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Misirê li ser hêmanên avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk bi hemû reng û aliyên wê hevpeymeneke îmze kirin.
Piştî hevdîtinên girîng ku di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Şepela Sibe ya Sûriyeyê (Teyar El-Xed) di 10’ê rezbera 2016’an de li Komara Misrê hevpeymaneke girîng hat îmzekirin. Ev hevpeymana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Teyar El-Xed li ser heft bendên bingehîn pêk hatiye.
Li gorî nûçeya ANHA'yê Rêveberiya Xweser û Teyar El-Xed der barê vê hevpeymanê de daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê û wisa gotin:
“Li Sûriyeyê ev zêdetirî 5 salan e gelek rûdan diqewimin. Di adara 2011’an de serhildaneke gelerî ya aştiyane li dijî rêjîma El-Baas dest pê kir û veguherî şerekî navxweyî yê hêzên herêmî û navneteweyî. Di dawiyê de şoreşa Sûriyeyê ji riya xwe ya rast derket û destê gelek aliyên nijadperet kete vê aloziyê, tiştê ku hişt daxwaz û xwesteka welatiyên Sûriyeyê yên avakirina dewleteke demokratîk û pir rengî ji rojevê derkevin.
Heke Şerê Cîhanê yê Duyemîn hişt ku tevahiya cîhanê temenekî deyne, şerê Sûriyeyê jî wekî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li ser xaka Sûriyeyê pêk tê û tenê welatiyên Sûriyeyê berdêla wê didin. Lê belê ya rastir rewş gihîştiye wê astê ku yên dawiyê ku biryarê der barê xwe de distînin sûriyeyî ne. Ev welat ketiye şerekî ku hemû dewlet û kom ji çar aliyên dinyayê lê kom bûne.
Sûriyeya demokratîk a yekgirtî û bi hêz bi rengîniya xwe ya oldarî, neteweyî xewna welatiyên Sûriyeyê bû û hê jî ew xewn tê dîtin. Tevî rewşa ku welat gihîştiye jî û gelek zordarî pêk hatiye, lê dîsa jî Sûriye bi hêza xwe hewl dide ku xwe vegerîne. Dîsa jî aliyên yekperest û tarî hewl didin ku vî welatê rengî, pir alî bikin welatê yek durişme, yek partî, yek sembol, yek hokum. Ji ber vê yekê vegerîna dîrokî bi paşde bûye xewnek.
Li ser vî esasî me bang li hemû hêzên niştîmanperwer kir ku li derdora projeya niştîmanî ya demokratîk kom bibin. Ev proje xwe dispêre rengînî, piralîbûyîn û zemîneke wê ya hevsengî û dadmendiya di warê maf û mîsyonan de heye. Ev berovajî hêzên tarî û girêdayî derve ye ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê xuya ne û dixwazin li hundirê vî welatî hesabên xwe tesfiye bikin û aloziyên xwe derbasî Sûriyeyê bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin.
Li ser bingeha tişta borî Şepêla Sibe ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo hevpeymeneke li gorî bendên ku stratejiya siyasî û leşkerî ya pêvajoya pêşerojê diyar bike, hevdîtin kirin. Di berdewamiya danûstaninên berê ku di navbera me de li ser bingeha yekbûyîn êş û azarên gelê Sûriyeyê bi ereb, kurd, suryan, asûr, turkmen, ol û neteweyên din me li ser van xalan li hev kir:
1- Her du alî tişta ku niha li Sûriyeyê rû dide wekî şerê li ser desthilatdariyê dibînin. Hêzên li Sûriyeyê şer dikin eger em bixwazin nexwazin hêzên li Sûriyeyê ne. Ev nayê wateya ku komên nijadperest derbas bûne û hiştin ku Sûriye bibe cihê hem çeteyên cîhanê û welat kirine deriyê tesfiyeyên xwe.
Dema ku xwîna Sûrî li Sûrî tê helalkirin dihêle em vê rewşê nas bikin û îtîrafê pê bikin. Şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe derketiye û ji her kesî dixwaze ku riyên aqilane peyda bike da ku xeteriyên mezintir dûr bikevin. Welat êdî ji gelek îhtîlatên xerabtir re jî vekiriye.
Ji ber vê yekê em îro li pêşiya kêliyeke dîrokî ya ji emrê Sûriyeyê sekinîne, naveroka wê ew e ku bêyî danûstandinên Sûriyeyî di bin sîwaneya rêxistina navneteweyî “Rêxistina Neteweyên Yekbûyî” û şaxên wê yên herêmî û hêzên wê yên aktîf wekî Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Ereban tu çareserî pêk nayê.
2- Her du alî li ser mijara ku aliyên siyasî yên ku nûneriya pêkhateyên sereke yên Sûriyeyê wekî ereb û kurdan dikin, winda ne. Hêzên herêmî ji kesî nayên veşartin dibin sedema vê yekê û ew hê jî aliyekî şerê li dijî civaka Sûriyeyê ne. Van hêzan hişt ku şoreş ji xeta xwe ya rast derkeve. Wan şoreşa ji bo azadiyê veguherand şerekî navxweyî ku tiştekî Sûriyan tê de tune ye. Vê yekê hişt em bibin xwediyên vê însiyatîfê em bikaribin rastiyê baş bixwînin û çareseriyên baş peyda bikin.
Ji ber cihê Sûriyeyê stratejîk em wekî Teyar El-Xed El-Sûrî û Rêveberiya Xweseriya Demoratîk bang li dewletên ereb ên xwedî giranî wekî Komara Misr a ereb, Erebistana Siûdî, Dewleta Îmarata Ereb ya Yekbûyî û hwd. dikin ku vê pêvajoya siyasî bi rê ve bibin û ji bo hevpeymaneke siyasî ya di navbera sûriyan de zemînekê saz bikin da ku ev şer were sekinandin û Sûriye ber bi aramiyê ve biçe.
3- Her du alî li hev dikin ku pergal bi temamî were guhertin û pergaleke demokratîk, parlamentoyî, pir rengî û ne navendî li ser bingeha hevrêzdayîna mafên demokratîk a hemû pêkhateyên Sûriyeyê li gorî qanûn û nasînên navneteweyî bi mîsogeriyeke destûrî û xwedîderketina li yek çareseriya siyasî ku bikaribe armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne, were avakirin. Divê bi nûneriya şandeyeke ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hêzên wê yên niştîmanperwer û demokratîk pêk were. Em serkeftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hêzê didin hêzên Sûriyeyê yên din ku ji vê tecrubeyê sûd werbigrin û li herêmên din ên rizgarkirî jî pêk bînin. Ango wê wekî navendeke niştîmanî ku bikaribe jiyaneke azad û bi rûmet peyda bike, tê dîtin.
Dewleta Sûriyeyê û pergala wê divê bi beşdariya hemû pêkahteyên civaka Sûriyeyê li ser bingeha welatiya azad û dûrî hemû parvekirinên nijadperestî, olperestî, neteweyî û eşîrtî be, her wiha hemû mafên neteweyî, çandî û olî tê de werin parastin.
4- Hevbendiya di navbera her du aliyan de tenê di warê rewrîk û stratejiyên demdirêj de ye, lê belê her du alî “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şepêla Sibe ya Sûriyeyê” li hev kirine ku hemû derfetên xwe yên siyasî, aborî û çapemenî de ji bo amadekirina mercên baş bixin xizmetê, da ku di dawiyê de çareseriyeke siyasî were dîtin û dewleteke sivîl, pir rengî û ne navendî were ava kirin û tê de mafê welatiya azad û wekheviya maf û peywiran a gelê Sûriyeyê bi ereb, kurd, suryan, asûrî, tirkmen û hemû pêkhateyên were mîsogerkirin.
5- Rêveberiya Xweser û Teyar El-Xed El-Sûrî li ser bingehê hevkariya di avakirina Sûriyeya îro û ya sibe li ser de li hev kirin. Wekî kalên me jî dema dîroka herêmê bi xwe nivîsandin. Cudahiya di nêrîn û dîtinan de li pêşiya armanca me ya bilind nabe astengî, lê ya girîng beşdarbûna di pêşerojeke xwe a ji bo nifşên me de ye ku kurd û ereb her yek bi nasnameya xwe ya niştîmanî serbilind be, cihê welatê xwe zanibe û dîroka ku pêşkêşî mirovahiyê kirine wekî nimûneya hevjiyana di navbera hemû rengên civakê de bibîne.
6- Herdu alî soz didin ku armanca wan a sereke komkirina Sûriyan be ku pê bikaribin welat ji vê pergalê xelas bikin û şerê li dijî DAIŞ’ê û hevalbendên wê bikin, her wiha ji bo çareseriya siyasî tev bigerin û ji bo gola xwînê ya li Sûriyeyê û destwerdana hêzên derve re sînorekî deynin da ku welat ber bi veguhertinê ve biçe û qanûnên wê, lingên wê yên aborî, civakî û çandî werin rûniştindin.
7- Ji bo pêşxistina hevbendiya hêzên siyasî û demokratîk kar were meşandin û dîlameyên mezin wekî derfetên herî baş ji bo çareseriyên mezin werin dîtin.