Diyarname
67'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê 'Berlînale' bi merasimek dest pê kir. Di merasima vekirina festîvalê de rexne li Serokdewletê DYA'yê Donalg Trump girtin.
Di şeva ku pêşkêşvaniya wê komedyena alman Anke Engelke kir de lîstikvanên navdar ên wekî Richard Gere, Laura Linney û Moritz Bleibtreu jî amade bûn.
Beşdar bi ser xaliya sor re meşiyan ku di nav wan de ji Keskan siyasetmedar Claudia Roth, ji Sosyal Demokratan Michael Muller, ji Demokratên Xiristiyan Monika Grutters jî hebûn. Berpirsa Polîtîkaya Çapemenî û Çandê ya Hikumeta Federal Monika Grutters derket ser dikê gotina Trumpa wekî "Pêşî Amerîka " (Firs America) bibîr xist û got, "Pêşî hunermend".
Şaredarê Berlînê Michael Muller jî xirakirina Dîwara Berlînê ya di sala 1989'an de bibîr xist û got: "Me berê jî gotibû divê dîwar mirovan ji hev veneqetînin."
Di festivalê de xelata herî mezin Xelata Hirça Zêrin e. Fîlmê "Django" wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn ku ji 18 fîlman ev fîlm di heman demê de yek ji berendamên xurt e ji bo Xelata Hirça Zêrîn. "Django" jiyana muzîkarên roman Django Reinhardt ku di sala 1943'yan de li Fransaya di bin dagirkeriya Naziyan de dijiya.
Fîlmê derhênerê Îsraîlî Oren Movermann ê bi navê "The Dinner" (Şîv) yek ji fîlmên li bêndê ne ku eleqe bibîne ye. Di fîlm de Richard Gere û Laura Linney serlîstikvaniya wî kiriye. Fîlmê derhênerê majar Ildiko Enyedi yê bi navê "On Body and Soul" (Der barê beden û rih de) jî berendamê Hirça Zêrîn e.
Berlinale 19'ê mehê bi merasima xelatdayînê dê bi dawî bibe.
Ji Deutsche Welle hatiye girtin
**
Nûçeya eleqedar:
-Taşçiyan bû Seroka Juriya FIBRESCI
- 'Berlinale' bi 'Django'yê dest pê dike