Diyarname
Îsal bi diruşma *Dem dema serkeftinê ye” li 29 bajêr, bi giştî li 62 cihan çalakiyên Newrozê têne li dar xistin. HDP ku pêşengiya vê dike bernameya Newrozê eşkere kir. Agirê yekem ê Newrozê dê li Bêşebaba Culemêrgê li dar bikeve.
HDP, KCD (Kongreya Civaka Demokratîk), TJA (Tevgera Jinên Azad) û DBP (Partiya Herêmên Demokratîk) 10’ê mehê li Amedê û 11’ê mehê jî li Stenbolê di bin pêşengiya HDP û HDK’ê de ligel partiyên çep û saziyan dê daxuyaniya giştî pêşkêş bikin.
Li gor bernameya ku hatiye eşkere kirin 29 jê bajêr li 62 cihan dê agirê Newrozê pêxin. 15’ê mehê li Bêşebabê dê agir pêkeve. Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û mebûsên HDP’ê dê beşdarî Newroza vir bibin. 20’ê mehê li Wan û Stenbolê, 21’ê mehê li Amedê bi awayekî girseyê dê Newroz bê pîrozkirin.
Va ye bajar bi bajar bernameya Newrozê:
- 15 Adar:
Bêşebab
- 17 Adar:
Ercîş
- 19 Adar:
Bismil, Çêrmûg, Hezro, Dêrsim, Qereqoçan, Kerboran, Artûklû, Şirnex, Basa, Qilêban, Sirûç, Aydin, Germencîk, Nazîllî, Soke, Gebze, Mêrsîn, Patnos, Îdir, Mûş, Cîhanbeylî (Konya),
- 20 Adar:
Stenbol, Wan, Semsûr, Riha, Îzmîr, Culemêrg, Farqîn, Çinar, Erxenî, Entab, Batman, Çewlig, Elezîz, Yeşîlyurt (Meletî), Elbistan, Qoser, Stêwr, Silopî, Denîzlî, Manîsa, Bandirma (Balikesîr), Ayvalik (Balikesîr), Çanakkale, Çorlu, Edene, Osmaniye, Hatay Dortyol û Îskenderûn, Eskîşehîr, Bazîd, Tetwan, Bûlanix, Kulu Konya, Enqere
- 21 Adar:
Amed, Nisêbîn, Sêrt, Agirî, Cizîr, Hezex, Wêranşar, Ceyhan, Tekman, Gever, Qers, Konya
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com