Diyarname
Navenda Çanda Geverê û Beşa Çandê ya Şaredariya Gevera Culemêrgê çalakiya xwendina pirtûkan û temaşekirina li fîlman da dest pê kirin.
Çalakî 10'ê vê mehê dest pê kir û heta 25'ê vê mehê dê bidome. Li gor nûçeya Omer Oguz a di Yuksekovahaberê de çalakî 10'ê mehê dest pê kir. Di çalakiya pêşî de digel Cîgirên Şaredar Husnu Beşer û Behice Karay, endamên Meclisa Şaredariyê û gel lê amade bûn. Di çalakiyê de pirtûkên çandî û siyasî hatin xwendin.
Heta 25'ê mehê her roja dê di saetên 17./00-18.00'an de pirtûk bêne xwendin, di navbera 18.30 û 20.30 de jî dê fîlm û belgefîlm li Navenda Çandê ya Geverê bêne nîşandayîn.