Enqere
Ji bo Roja 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî Egîtîm Senê îro li navenda xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Va ye ji daxuyaniyê çend xal:
- Li dinyayê nêzî 5 hezar zimanên herêmî ji 7 hezarî zêdetir ziman têne bikaranîn., Ji van 40 ziman bi têkçûnê re rû bi rû ne.
- Li god Lîsteya Zimanên Di Bin Talûkeyê de ya UNESCO'yê li Tirkiyeyê 18 ziman yan têk çûne yan li ber têkçûnê ne.
- Li gelek welatên dinyayê bernameyên perwerdehiyê yên cotzimanî hene, her du ziman hev xurt dikin û hatiye dîtin ku ev yek dewlemendî derdixe holê. Zarokê/a zimanê zikmakî dizane bi hêsanî zimanê duyemîn hîn dibe, yê/a zimanê duyemîn hîn dibe zimanê zikmakî pêş dixe. Zarokên bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dibînin di warê xwendin, nivîsandin, fikirîn û dîtina xwe anîna ziman de pêşketin bi wan re çêdibe. Astengkirina zimanê zikmakî zarok li paş dihêle, mecbûr dihêle ku ji nû ve ji cihek dest pê bike.
- Bi mîlyonan zarokên kurd, ereb, laz, hemşîn, çerkeç ji zimanê xwe hatine qutkirin.
- Tirkiye li dinyayê bi cejna zarokan pesnê xwe dide lê bi sedema "welat dê parçe bibe" nahêle bi mîlyonan zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne.
- Em Roja Zimanê Zikmakî pîroz dikin û em daxwaz dikin ku hemû astengiyên fîlî û zagonî yên li pêşiya zimanê zikmakî û çandan bêne rakirin.
***
Ji bo ROJA ZIMAN nûçeyên eleqedar:
- Platforma Kedê ji bo ziman bang kir
- Çalakiyên ji bo Roja Ziman dest pê kirin
- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
- Çend baro Roja Ziman pîroz dikin (Bernameya Batman û Mêrdîne)
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com