AMED - MA
MED-DER'ê ku navbera 15-21’ê vê mehê wekî Hefteya Ziman ragihandibûi, îro dest bi çalakiyên xwe kir. Çalakiya pêşî li bazarê bi belavkirina etîketên kurdî bû.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya "21'ê Sibatê/Reşemî Roja Zimanê Zikmakî" de dest bi bernameya xwe ya "Hefteya Zimanê Zikmakî” kir. Komele li Bazara Jiyanê ya navçeya Baglar a Amedê dest bi bernameya xwe ku dê hefteyeke bidome kir. Berî bernameyê girse gava bi etîketên navê zebze û fêkiyan li ser nivîsandî û pêşmalkên "Ez bi kurdî dijîm" li ser nivîsandî ber bi bazarê ve çû, polîsan pêşî li wan girt. Lê girseyê bend û astengiyên polîsan derbas kir û heya bazarê meşiya.
Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî li ber bazarê daxuyanî da û got: "90 sal in zimanê kurdî qedexe ye. Mafê perwerdehiyê yê bi kurdî her tim rastî astengiyan tê. Em, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, em ê xebatên xwe bidomînin."
Piştî daxuyaniyê li esnafên bazarê etîketên navê zebze û fêkiyan nivîsandî û pêşmalkên li ser bi kurmancî û kirmanckî "Ez bi kurdî dijîm" nivîsandî hatin belavkirin. Esnafekî jî rahişt pêşmalka li ser "Ez bi kurdî dijîm" nivîsandî û bi berzkirina diruşmeya "Bijî Kurdî û Kurdistan" girseyê pêşwazî kir.
Girseyê piştî belavkirina etîketan û pêşmalkan esnaf vexwandin çalakiyên ku dê hefteyekê bidomin.
Bernameyên MED-DER'ê dê heya 23'yê Sibatê bidomin.
*
Bernameya MED-DER'ê:
- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
***
Ji bo ROJA ZIMAN nûçeyê eleqedar:
- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
- Çend baro Roja Ziman pîroz dikin (Bernameya Batman û Mêrdîne)
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com