Diyarname
Hunermenda kurd a ji eyaleta Xorasanê Yelda Abbasî û hunermendê kurd ê ji Şengalê Tehsîn xidir yekemîn car li Stenbolê dê konserek pêşkêş bike.
Navenda Çanda Mezopotamyaya (NÇM) Stenbolê îsal 2'yemîn Festîvala Çand û Hunerê li dar dixe. Festîval îsal di navbera 7-15'ê gulanê de li dar dikeve. Di nav bernameyê de gelek konser, lîstikên şano, nîşandayîna fîlm û belgefîlman jî hene. Yek ji wan konseran a girîng jî konsera Yelda Abbasî ye.
Gelek kurdên li bakur ji ser vîdyoyê di înternetê de, yan jî bi klîbên wê yên di Med Muzîkê de hatin weşandin ew nas kir.
Abbasî di 12 saliya xwe de bi alîkariya malbatê dest bi muzîkê dike, xwedî dengek taybet e. Ew di stranên xwe de hunera kurdî, êşa kurdan dihone. Tehsîn Xidir ku di sala 1987'an de li Şengalê hatiye dinê ew jî ji biçûkatiyê de bi muzîkê re eleqedar e. Êş, coş û bêdengiya gel di nav muzîka wî de cih digirin. Her wiha şirove û şêweya muzîka wî bi baweriya gelê wî ve jî eleqedar e.
Niha Yelda Abbasî û Tehsîn Xidir yekemîn car li Stenbolê di vê festîvala NÇM'êv de dê derkevin ser dikê.
Konsera her du hunermendan roja 10'ê gulanê saet 20'an de li Kenter Tiyatrosu li Harbiyeya Şîşliya Stenbolê dê li dar bikeve.
Têbinî: NÇM'ê 26'ê mehê dê ji bo çapemeniyê hemû bernameyê eşkere bike. Li ser çalakiyên din ên festîvalê di rojên pêş de emê agahiyan pêşkêş bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.