Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de beşek ji maçên duyemîn ên Dora 16'an êvara 8'ê mehê hatin lîstin û temam bûn. Ji van Bayer Munih, Benfica, Chelsea û Milan derbasî çarîk fînalê bûn.
Encamên êvarê bi vî rengî bûn:
- Bayer Munih - PSG: 2-0
- Benfica - Club Brugge: 5-1
- Chelsea - Borussia Dortmund: 2-0
- Tottenham - Milan: 0-0
Maçên din
Çarîk fînalîstên din dê rojên 14 û 15'ê mehê diyar bibin. Ji van 14'ê mehê
Porto û înter, Manchester City û RB Leipzig, 15'ê mehê jî Napoli û Eintracht Frankfurt, Real Madrid û Liverpool dê bi hev re bilîzin. Ji van 4 tîmên din dê derbasî çarîk fînalê bibin.
Lîga Ewropayê
Li aliyê din maçên Lîga Ewropayê û Lîga Konfederasyonê ya UEFA'yê êvara 9'ê mehê dê bêne lîstin.