Diyarname
Ji bo 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî bername têne çêkirin, daxuyanî têne belavkirin. Îro li Amedê Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê li Deriyê Çiyê hatin ba hev. Platformê di daxuyaniya xwe de xwest li hemû saziyên fermî, li qada tenduristî û li şaredariyan pêşî li zimanê kurdî bê vekirin.
Di dema daxuyaniyê de mebûsên HDP’ê Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Hevserokên HDP’a amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, Serokê DEVA yê Amedhe Cihan Ulsen û endamên saziyên sivîl amade bûn.
Daxuyanî bi kurmancî û kirmanckî hat xwendin. Rêveberên Egîtîm-Sena bi Nimreya 2’yan a Amedê Fezih Zirek û Semra Birtane daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi perwerdehiya zimanê zikmakî welat parçe nabe û gotin ku bila dest ji polîtîkaya qedexekar û asîmîlasyonîst berdin. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “Bi van daxwazan em Roja Ziman Zikmakî ya hemû gela pîroz dikin û em hêvî dikin hişmendiya ziman bê sazkirin. Em ji zimanê xwe hez dikin, ji bo vê yekê banga me, em bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin.”
***
Ji bo ROJA ZIMAN nûçeyên eleqedar:
- Çalakiyên ji bo Roja Ziman dest pê kirin
- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
- Çend baro Roja Ziman pîroz dikin (Bernameya Batman û Mêrdîne)
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com