Diyarname
Li Sinn Fein ku baskê siyasî yê Artêşa Komarparêz a Îrlandayê (ÎRA) ye guherîn çêbû: Serokê Sinn Fein Gerry Adams piştî 34 salên serokatiya vir dest ji peywirê berda. Mary Lou McDonald ket cihê wî.
Hat îdîakirin ku ji pişt perdeyê ve ew dê Sinn Feinê bi rê ve bibe her wiha ew dê bibe berendamê Serokomariya Îrlanday3e jî lê wî ev agahî piştrast nekir.
Adams qet xwe ji ÎRA'yê cuda nekir, her qala nasnameya xwe ya Komarparêz kir, lê her demê îdîaya endamtiya rêxistinê red kir.
Adams di sala 1948'an de hatiye dinê. Di salên 1970'yan de dema êrîşên ÎRA zêde bûbûn de ew jî yek ji kesên li nav rêxistinê bû. Di sala 1983'yan de ji bo Rêberiya Sinn Fenê hat hilbijartin. Heman salê ji bo parlemena Brîtanyayê bû mebûs û dema di merasima sondxwarinê de axivî bi gotina Xanim Windsor xîtabî Qralîçe Elîzabeth kir. Demek Thatcher weşandina dengê wî di BBC de qedexe kiribû.
Di sala 1997'an de bi awayekî çalak di nav hevdîtinên aştiyê de cih girt. Di sala 2005'an de ÎRA'yê çek berdan. Di vê pêvajoyê de ew û Martin Mc Guiness (Paşê ew bû cîgirê serokwezîr) her li nav hevdîtinan bûn.
Adams di sala 2017'an de gotibû ew dê dest ji peywirê berde û wisa gotibû. "Dema dora guherîna rêberekî hatibe ew rêber divê vê bizane û niha dem dema guherînê ye."
Gerry Adams di warê kurdan de jî bi hestiyar bû, wî dem bi dem piştgirî dabû hin xebatên kurdan. Yek ji axaftinên wî li ser kurdan di sala 2011'an de bû. Heyetek ji meclisa Tirkiyeyê (endamên AKP, CHP û HDP'ê têde) çûbûn Îngilistanê û ligel wî jî axivîbûn. Adams wisa gotibû: "Em piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê dikin."