Diyarname
21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ye. Li dinyayê tê pîroz kirin. Kurd jî vê rojê pîroz dikin. Di vê rojê de balê dikişînin ser zimanê xwe jî. Kurd her sal çalakiyan li dar dixin û niha yek bi yek çalakî eşkere dibin. Pêşî Baroya Batman û Mêrdînê bernameyên xwe eşkere kirin. Her du baro ji bo Roja Zimanê Zikmakî bernameyan saz dikin.
JI BAROYA MÊRDÎNÊ ÇALAKIYÊN ’HEFTEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ’
Komîsyona Ziman û Çandan a Baroya Mêrdînê bi navê “Çalakiyên Hefteya Zimanê Zikmakî” bernameyeke ji 3 rojan pêk tê girtiye ber xwe. Bername 17’ê mehhe saet 19.30 de bi konserek dest pê dike. Di konserê de muzîka fasil a gelêrî ya Mêrdînê îcra bibe. Her wiha dê dengbêj hebin û dengê ribabê dhe bilind bibe. 18’ê meê heman saetê bi sernavê “Zemanekî Mêrdîn” gotûbêj li dar dikeve. Mehmet Selim Parlakoglu wekî axifger dê beşdar bibe.
Û roja dawî, yanê 20’ê mehê sempozyûmek li dar dikeve. Sempozyûm li ser ziman e û temamê rojê di çar danişînan de dê li dar bikeve. Sernavên danişînan bi vî rengî ye, “Di bin ronahiya pêkanînê de mafên ziman”, “Zimanên Mêrdînê”, “Polîtîkayên ziman û mafên ziman” û “Zimanên Mêrdînê” (Nav yek be jî, di van panelan de zimanên cur bi cur dê bêne nîqaşkirin). Çalakî li Baroya Mêrdînê li dar dikevin.
BERNAMEYA BATMANÊ
Komîsyona Ziman a Baroya Batmanê ji bo Roja Ziman panelek li dar dixe. Panel bi navê “Bişaftin û rewşa zimanê kurdî” wê bê çêkirin. Panela ku moderatoriya wê dê Huseyîn Înal bike, dê Bahoz Baran û Roşan Lezgîn wekî axifger beşdar bibin. Baran dê li ser “Rewşa zimanî û rastbêjî”, Lezgîn jî dê li ser “Li ber bişaftinê xweragirtin”ê biaxive. Panel roja 20’ê mehê li Eywana Tahîr Elçî a Baroya Batmanê saet di navbera 13.00-15.00’an de li dar dikeve.
BANGA MED-DER’Ê
Li aliyê din Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî 10’ê mehê li ser Roja Zimanê Zikmakî ji bo rojnamegeran axivî. Ronî wisa bang kiribû, “Em hefteya navbera 15-21’ê mehhe fekî Hefteya Zimanê Kurdî radigihînin.”
Têbinî: Li ser roja ziman her ku agahî bên emê lê zêde bikin...