Diyarname
Kurdolog Prof. Dr. Zara Yûsûpova ku li St Peterburga Rusyayê dijiya mir. Kurdolog Yûsûpova 88 salî bû.
Bi navê xwe yê dirêj Prof. Dr. Zara Elî Yûsûpova di sala 1934’an de hatiye dinê. Di sala 1956’an de wê doktoraya xwe pêşkêş kir. Ew di warê zanista fîllolojiyê de bûbû profesor. Bi salan di Zanîngeha Dewletê Saint Petersburgê de xebitî. Wê bi ser 70’yî re berhem amade û pêşkêş kirin. Zêdetir qada lêkolîna wê li ser zaravayên kurdî, li ser soranî û hewramî bû. Her wiha li ser klasîkên kurdî jî xebatên wê hebûn.
Yûsûpova ku bi salan li ser kurdî xebitî bû û ev xebata xwe di gelek konferansan de pêşkêş kiribû. Yek ji wan konferansan jî li Amedê bû. Di sala 2004’an de dema Şaredarî ligel saziyên kurdan li Amedê “Konferansa Zimanê Kurdî” li dar xist yek ji beşdarên navdar jî ew bû.
Yûsûpova roja 3'yê reşemiyê li nexweşxaneya li St Petersburgê canê xwe ji dest da.