Diyarname
Romanivîskar Orhan Pamuk hevpeyvînek da nunera rojnameya Hurriyetê ya Washingtonê Cansu Çamlibel lê ji ber ku Pamuk di hevpeyvînê de gotibû, "Ewê di referandûmê de dengê 'Na' bide" hevpeyvîn nehat weşandin.
Pêşkêşvanê Kanal D Îrfan Degîrmencî ji ber ku gotibû ezê dengê "Na" bidim ji kar hatibû avêtin. Niha derket holê Hurriyetê jî ku ew jî wekî Kanal D yê Aydin Dogan e hevpeyvîna Orhan Pamuk neweşandiye. Malpera T24 mijar anî rojevê û got ku hevpeyvîn hatiye sansurkirin.
Di Hurriyetê de Çamlibel ji bo her duşemê hevpeyvînên "Yuz yuze" (Rû bi rû) çêdikir lê vê duşemê hevpeyvîn nehat weşandin. Malperê ragihand ku hevpeyvîn hatiye sansurkirin. Li ser vê yekê Pamuk ji bo malperê wisa gotiye; "Çamlibel ligel min hevpeyvînek xweş û dirêj çêkir. Li ser referandûmê jî fikrê min pirsî, min got ezê dengê nayê bidim û sedemên vê yekê min anîn ziman. Lê mixabin di dawiyê de hevpeyvîn nehat weşandin."


