Mamoste MARÛF*
Me ji bavê wî çi xêr dîtibû, îcar ji kurê wî bibînin
Navê wî yê dirêj Muhammed bîn Îdrîs bin Husâmedîn Alî bin Hesen e. Kunyeya wî Ebulfeyz Mehmet Efendî ye. Sala zayîna wî nayê zanîn. Perwerdeya pêşî li ber destê bavê xwe dît, paşê jî ji alimên herî navdar ên welat... Di zarotiya xwe de terka welat dike, bo xwendinê tê Bursayê, li wir dibe dersduberakerê* Qadî Bexdadî yê muderisê Medreseya Sultaniye. Paşê li çend cihên wekî Semendîre, Rûdînk, Yenîşehîr, Tirhala, Manîsa û Trablûsşamê qadîtî dike.
Dema qadîtiya li van deran tehrîra bajarên Trablûsşam, Hema, Hums û Karamanê çêdike û bi xêra vê xizmeta mezin, dikeve çavê padîşahê Osmanî, ew wî dike defterdarê Anatoliyê.
Demeke pir dirêj vî karî dike lewma leqebê “defterî” lê dikin. Piştî demeke betaliyê, wî dikin “serdefterdarê defterdaran” ji ber ku ji Xwedê pir ditirsiya û wekî karbidestên beriya xwe pereyê dewletê nedidizî. Mehmedê Bitlisî teklîfeke dijberê qanûnan ji kesên ji wî payebilindtir jî bihata di cih de red dikir. Ew li stûyê deyndarên dewletê siwar dibû, heqê dewletê bi zorî ji wan distend.
Qasî sê salan serdefteriya defterdaran dike lê paşê, ji ber ku li gotineke padîşahê wê demê îtîraz dike ji vî karî tê dûrxistin. Bi ya hinekan bi xwe dev jê berdaye. Ji wê rojê şûn de ew debara xwe bi mehaneya malnişîniyê dike, li mala xwe ya li Topxaneya Stenbolê bi xwendin û nivîsê ve bilî dibe. Piştî ku du lawên wî di qezayeke li ser tengava Stenbolê de dixeniqin dimirin, ji kerba xewna hevalekî xwe dike mahne û bo çûna hec terka Stenbolê dike lê, sala 1574'an dema serlêdana Şama li ser rêya hec, jiyana xwe ji dest dide û li wir jî tê veşartin.
Ebulfeyz Mehmet Efendiyê kurê Îdrîsê Bitlîsî li nêzîkî mala xwe ya li Topxaneyê bi Mîmar Sînan Mizgeft û dibistanek, bo xwe jî tirbeyek dide çêkirin lê, ji ber ku li Şamê miribû ev tirbe nebû nesîbê wî. Mizgefta Ebulfazl a gel navê “Mizgefta Defterdar” lê kiribû sala 1916'an şewitî, paşê jî bi gişkî rûxiya, winda bû çû. Hestiyên xizmên wî yên di gorên di hezîreya wê de derxistin birin, di baxçeyê Kiliç Alî Paşa de veşartin.
Mehmet Efendiyê me bi zimanê xelkê helbest jî nivîsîne. Helbestên xwe bi leqebê Fazlî îmze kiriye.
Gelek berhemê wî yên bi xwe nivîsandî an wergerandî yên tesawifî, wêjeyî û dîrokî hene.
Ên bi xwe nivîsandine: Zeyl-î Heşt Bîhîşt: Beşeke zêdekirina li pirtûka bavê xwe bûyerên serdema Padîşah Selîmê Yekem e. Li Mûzeya Topkapiyê ye.
Selîmşahname: Dîroka bavê wî ya bi farisî ya di nîvî de mûswede hîştî ya derheqê Yavûz Sultan Selîm de ye. Bi fermana Qanûnî Sultan Suleyman wî ev berhem têkûz û temam kiriye. Hem helbestkî hem nesîr e. Helbestên wê mijarên nesîr dubare dike. Ew vê pirtûkê sala 1567'an diqedîne û pêşkêşî Padîşah Selîmê II. dike. Du nuxseyên wî hene; yek li Pirtûkxaneya Suleymaniyeyê, ya din li pirtûkxaneya Mûzeya Topkapiyê ye.
Dîwan: Helbestên wî yên bi erebî, farisî û bi tirkî tê de cih digirin.
Wekî din pirtûkeke wî ya dîrokê ya bi navê Tarîh-î Ebulfazl heye ku bûyer û qewimînên ji Hz. Adem heta roja xwe vedibêje. Dîsa siyereke wî ya bi sernavê Cerîde-î Âsâr û Harîde-î Ahbâr jî heye. Xeynî van pirtûkan wî gelek berheman jî ji erebî û farisî li zimanê osmanî wergerandiye.
Heger we jiyana maqûlo bi baldarî xwendibe, têgihîştine ku tu xêra wî negihîştiye ziman û çand û aboriya kurd û Kurdistanê û xizm û lêzimên wî.
Heger pirtûkeke tenê an kîtabeya mizgefta xwe bi kurdî binivîsa ew ê biba Mihemedê Bitlisiyê delaliyê ber dilê gelê kurd.
*Dersdubarekar: Feqiyên jîr, waneyên ji seydayên xwe digirtin ji xwendekarên biçûk û ji xwe berjêrtir re dubare dikirin.
***
*Têbiniya Diyarnameyê: Mamoste Marûf herî dawî ev nivîs di bloga xwe de belav kiribû.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Mamoste Marûf canê xwe ji dest da