Diyarname
Di Tûra 2'yem a Kûpaya Tirkiyeyê de tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir BB" îro bi Çaykur Rizesporê re lîst û ew bi 1-0 têk bir. Bi vê encamê Diyarbakir BB derbasî Tûra 3'yem bû.
Çaykur Rizespor di Lîga 1'em a PTT'ê de dilîze, Diyarbakir BB jî di Lîga 3'yem a PTT'ê de dilîze. Di Kûpaya Tirkiyeyê de hatin hemberî hev û Diyarbakir BB'yê bi gola Hakan AKman (deqîqe 75) Çaykur Rize têk bir.
Maça ku li Sehaya Seyrantepe ya Diyarbakir BB'yê hat lîstin hakêm Ali Karatutlu bi rê ve bir.
Di Tûra 2'yem de tîmeke din a kurdan, Belediye VanSpor dê bi tîmeke din a Karadenizê, "1461 Trabzonspor"ê de bilîze.
KUNYE:
STAD: Salona Sporê ya Seyrantepe, Amed
Hakêm: Ali Karatutlu, Gokhan Osman Yamar, Kurşad Reyhanlioglu
Diyarbakir BB: Burak, Kamil, Yusuf, Erhan, Sercan, Hakan (Serdar dq. 82), Emrah Çalişar, Samet, Emrah Metoglu (Husnu dq. 73) (Halil dq. 90), Ercument, İbrahim
ÇAYKUR RİZESPOR: Sadrettin, Sezer, Mesut, Mehmet, Cumhur Şahin (Cenk dq. 53), H. Hassan, Çagri, Cumali, Caner (İlyas dq. 46), Hasan (Fahri dq. 76)
GOL: Hakan (dq. 70) (Diyarbakir BB)
Qertên Zer: Hakan (Diyarbakir BB), Mehmet (Çaykur Rizespor)
***
Nûçeyên eleqedar:
- Batman Petrol derbasî Tûra 3'yem bû
- Pişkeya Tûra 2'yem a Kûpaya Tirkiyeyê çêbû
- Diyarbekir BB derbasî 'Tûra 2'yemîn' bû
- Tîmên kurdan jî beşdarî Kûpaya Tirkiyeyê dibin