Diyarname
Amadekarên Pêşbaziya Kemanê ya Navneteweyî ya Isaac Stern serketiyên "Xelata Rihê Mirovan" a îsal eşkere kirin: Yek ji wan hunermendê kurd Kayhan Kelhor û xelata din jî dan Xiaoshuijing Miao Farmers Choir (Koroya Cotkarên Xiashuijing Miao).
Ev cara didiyan e ev xelat tê dayîn. Ligel xelatê di heman demê de pêşbaziya kemanê jî li dar dikeve. Îsal 10'ê vê mehê 2'yemîn Pêşbaziya Kemanê ya Navneteweyî ya Isaac Stern a Şangaya Çînê dest pê kir û pêşbazî 1'ê meha rezberê bi dawî dibe. Ligel vê pêşbaziya kemanê li ser navê Isaac Stern "Xelata Rihê Mirovan" didin kes an komên keda wan ketiye nava muzîkê. Hema li cihek dinyayê kesek an komek kedek mezin dabe muzîkê, kiribe ku bi rêya muzîkê mirovan bigihîne hev, bi vê xebatê ew tên xelatkirin. Îsal xelat dane Kayhan Kelhor û koma navborî. Amadekaran sedema dayîna xelatê ji bo Kayhan Kelhor wisa gotine: "Di warê muzîkê de ew xwedî gelek bandoran e, gelek entrumanên muzîkê bikar tîne û bi xebatên xwe sînorên çandî derbas kiriye, lê di heman demê de lêdanekî kemanê yê baş ê li Îranê ye. Ew her muzîka klasîk a Îranê derdixe pêş."
Amadekaran ji bo Koroya Cotkarên Xiashuijing Miao jî diyar kirine ku ew koroyeke ji çar beşan pêk tê, endamên wan di tu warî de tu perwerdehî nedîtine, lê rêbaza vegotina stranên wan û teknîka bikar tÎnin ji nifşên berê heta nişfên niha hatiye û ew wisa bikar tanîn. Performansa wan ne tenê bi hêmayên bel kanto ya herêmî, di heman demê de bi taybetiyên etnîkî yên xweser jî dagirtîne.
Kayhar Kelhor ku ji kurdên rojhilatê Kurdistanê ye ji biçûkatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Wî di nav Orkestraya Radyo Televîzyonê ya Neteweyî ya Îranê de jî cih girtiye. Heta niha li gelek welatan konser daye. Kelhon par di 59'emîn Xelatên Muzîkê Grammy de Xelata Albuma Muzîka Dinyayê ya Herî Serketî girtibû.
Yên têne xelat kirkin bi 10 hezar dolarên amerîkî têne xelat kirin.
Yekem car di sala 2016'an de ev xelat hatibû dayîn. Wê çaxê Orkestraya Einstein (Çîn) û Negin Khpalwak (Afganistan) Taixiang Wu û Zhengquan Duası
Îsal li seranserê dinyayê çar kurdan di warên cur bi cur de, di warên girîng de xelat girtin. Kayhan Kelhor jî yê herî dawî ye. (Ji bo nûçeyên xelatên din li lînka binêrin)
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Pêvajoya xelatgirtina kurdan didome: Vê carê pîzzaçêkerê kurd xelat girt
- Vê carê nivîskerekî kurd ji UNESCO'yê xelat girt
- Kurdekî Rojhilat xelata Matematîkê ya Fiedels girt
************************************
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156
Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455
REKLAM
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...