Diyarname
Lîstika Mem û Zînê ku Şermola Performansê ew derxistiye ser dikê vê carê li Stenbolê du rojan ser hev de dê bê lîstin..
Lîstika Şermola Performans a bi navê "Mem û Zîn" di meha sermaweza/mijdara 2021’ê de li Batmanê promîyera xwe kiribû û paşê li bajarên wekî Amed, Riha, Sêrt, Wan, Qoser û Tetwanê derketibû ser dikê. Lîstik vê carê li Stenbolê tê lîstin.
Lîstik 11’ê gulanê wê li Kadikoy Moda Sahnesi û 12’ê gulanê jî li Beyoglu Kumbaraci50 derkeve pêşberî temaşevanan.
Heta niha gelek lîstikên Mem û Zînê hatibûn lîstin û di vê lîstikê de versiyona ku di vê şanoyê de hatiye bikaranîn, qeyda dengbêjê navdar Reso ye ku heta roja îro hatiye. Çîrok behsa îxanet, mêrxasî, mêvanperwerî, xerabî û neheqiyê li derdora evîna mezin û ne gengaz a Mem û Zînê dike. Lê ya herî zêde ew evîn e ku destan dibêje.
KUNYE:
Çavkanî: Dengbêj Reso
Konsept/Derhêner: Mîrza Metîn
Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar
Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay
Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk
Sêwirînerê Sehneyê û Ronahiyê: Mîrza Metîn
Fotograf: Bariş Evîz
Asîstan: Robîn Ozel