QOSER
Xebatkarên Şaredariya Qosera Mêrdînê ku di bin destê kayûmê de ye tenûrên xelkê hilweşandin.
Xebatkarên Şaredariya Qoserê tenûrên li taxa Tûrgût Ozal bi kepçeyan hilweşandin. Bi hinceta "li ser erdê şaredariyê tenûr çêkirine" tenûrên gel bela wela kirin. Xwediyên tenûran bertek nîşan dan lê fêde nekir û tenûrên wir hatin hilweşandin. Hat gotin ku li wê derê dê şaredarî eywana sporê çêbike û bide kolejeke taybet.
Yek ji şêniyên taxê Cahît Tan diyar kiriye ku hemû şêniyên taxê ew tenûr bikardianîn û got: “Erdê şaredariyê erdê cemaweriyê ye. Ev tenûrên li vir jî aîdî cemaweriyê ne. Şêniyên taxê kengî dixwest ji xwe re li vir nan dipehtin.”
Ji MA'yê hatiye girtin