Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji sala 2016'an ve "Xelata Afirandinê" dide kes an kesên ked dane û îsal ew dê xelatê bidin nivîskar Salihê Heydo û Konê Reş,
HRRK'ê îsal 5'emîn car e Xelata Afirandinê dide. Îsal dê xelatê bidin Salihê Heydo û Konê Reş. Nirxê xelata ku 1000 dolarê amerîkî ye îsal bi sponsoriya Îbrahîm Şakir tê belavkirin.
HRRK her sal vê xelatê organîze dike û karsazên kurd jî piştgiriyê didin vê xelatê ku her sal kesek piştgiriyê dide. HRRK'ê li ser belavkirina xelatê wisa gotiye: "Çendîn ragihandina xelatê dereng ket jî lê dîsa Komîteya Kargêr a HRRKê piştî gengeşeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin. Du şervanên ziman û dîrok, û du serkêşên gernameya hişmendiya kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Em heruyan bi dil û can pîroz dikin."