Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş ligel rojnamegeran axivî. Ji Arta Turan heta Celal Dogan, heta sazkirina hikumetê ji bo rojnameger li Amedê axivî.
Vane hin gotinên Demîrtaş:
- Ne tiştek rast e ev demek dirêj e Serokomar Erdogan ji bo sazkirina hikumetê rayeyê nade. Niha li Tirkiyeyê rewşeke awarte nîn e. Tu astengî li ber nîn e ku Serokomar rayeyê nede partiya ku yekemîn derketiye. Çima ew qas disekine? A rast e mimkûn e em vê qebûl bikin û fêm bikin. Wisa dixuye rêveberiya AKP'ê dixwazin koalîsyonê çêbikin lê Serokomar dixwaze hilbijartina pêşwext çêbe. Dixwaze Tirkiyeyê ber bi hilbijartine pêşwext dehf bide.Em wekî HDP em ji vê natirsin.
Meseleya Celal Dogan
- Celal (Dogan) beg dema Şaredarê Entabê bû Erdogan Şaredarê Stenbolê bû. Ji wê demê de dostaniyeke wan heye. Dema diçû serdanê haya me pê xist. Celal Dogan ne kesekiye ku bêdîsîplîn, bêcidiyet tevbigere. Lê hevdîtin hevdîtineke şexsî bû. Ne hevdîtineke li ser temsilkirina HDP'ê, li ser daxwaza HDP'ê çêbûye. Ne ji me ji bo Serokomar peyam hatiye şandin, ne wî ji bo me peyam şandiye. Jixwe Celal Doganî ji bo çapemenî qala naveroka hevdîtinê kir, ji bilî wê tiştek din nîn e.
Komkujiya li Amedê
- Di mîtîngekê de kesek pankartek veke, polîs xwediyên pankartê diigire, li dû wî kesî kî heye lê digere? Kî ew pankart nivîsî, qumaşê wê ji ku girt, boyax ji ku girt, li ser hemûyan lêpirsîn tê kirin. Li ser pankartek wisa biçûk lêkolînên mezin tê kirin lê di yek ji mîtîngên mezin a Tirkiyeyê de xwestine komkujiyeke mezin çêbikin, bombe teqandine, 5 kes mirine, ji 300'î zêdetir birîndar hene. Lê kesek tenê hatiye girtin. Li dû kî heye, ji kî piştgirî girtiye? Bi kîjan alîkariyan hatiye Amedê? Li ser van tu lêpirsîn nîn e. Lê ez bibêjim; DAIŞ'ê êrîş kiriye. Lê ev rêxistin ne rêxistinek veşartî, rêxistine ne derveyî agahiya dewletê ye. Teqez ji nav dewletê piştgirî girtiye. Teqez ji nav îstîxbaratê, emniyetê piştgirî girtiye. Ev kî ne? Divê derxin holê. Serokwezîr ji dêvla ku biaxive, ji dêvla tayîna 693 burokratî çêbike, ji dêvla bi peywira hikumeta demî vê bike bila bersiva van pirsan bide. Çima hê jî kesek tenê girtiye? Komkujiyek çêbûye, çima kesên di nav dewletê de piştgirî dane dernaxin holê, ji van hesabê napirsin? Çima daxuyanî û lêpirsînek ku dilê me rehet bike nayê kirin?
Pêvajoya çareseriyê
- Ev 3 meh in AKP'ê pêvajoya çareseriyê daye rawestandin. Ev şaşiyek mezin e. Ez nabêjim divê ji cihê hatiye rawestandin bidome, divê ji xalek pêşvetir bidome.
Arda wê bi ser bikeve
- (Duh Barselonayê ji Atletico Madrîd Arda Turan transfer kiribû) Çûyina Arda Tûran ji bo Barselonayê pêşketinek baş e. Hem ji bo Barselonayê, hem ji bo wî dê baş be. Ji bo spor Tirkiyeyê, ji bo fûtbolê pêşketinek baş e. Baweriya min ew e ku dê bi ser bikeve. Arda Turan li Barselonayê dê xwe bide hezkirin. Ez ji bo wî serketinê dixwazin, bila bi xêr be.