Diyarname
Di bin serokatiya Cîgerê Serokê Giştî yê CHP'ê Oguz Kaan Salici de heyeta CHP'ê çû Başûr û ligel Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, dûre Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî civiya.
Ji bilî Salici di nav heyetê de Şêwirmendê Polîtîkaya Derve û Mebûsê Stenbolê yê CHP'ê Unal Çevikoz, Endamê Meclisa Partiyê Nevaf Bilek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Polat hene.
Li gor agahiyên hatine belavkirin heyeta CHP'ê piştî PDK'ê dê bi YNK'ê, Tevgera Goran û rêberên êzîdî re jî bê ba hev. Her wiha hat gotin ku dê heyeta CHP'ê here Kerkûkê û ligel Eniya Tirkmenan jî bicive.


