Diyarname
Ji ber weşanên wan Berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş der barê TRT Haber, TRT 1, TRT Turk, TRT Avaz, TRT û RTUK'ê de doz vekir.
Parêzerên Demirtaş parêzer Pinar AKDEMİR û Meral Danış BEŞTAŞ serî li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê da û ji ber ku ev weşanan li gor biryara YSK'ê tevnegeriyane xwest ew bên cezakirin.
Di serîlêdanê de weşana van TRT'yan a 5'ê tîrmehê bingeh hat girtin. Roja 5'ê tîrmehê TRT Turkê 305 deqe cih daye Recep Tayyip Erdogan, qet cih nedaye Ekmeleddin Mehmet İhsanoğlu û Selahattin Demirtaş. TRT 1'ê 24 deqe cih daye Recep Tayyip Erdogan, 2 deqe û 5 saniye cih daye Ekmeleddin Mehmet İhsanoglu û qet cih nedaye Selahattin Demirtaş. TRT Haber'ê heman rojê 204 deqe cih daye Recep Tayyip Erdogan, reqeyek û 20 saniye cih daye Ekmeleddin Mehmet İhsanoglu û tenê 45 saniye cih daye Selahattin Demirtaş ew jî ne li ser berendamtî, ji bo şînê cih daye Demirtaş ku du xizmên wî wefat kiribûn.
Li ser van yekan serî li dozger hate dayîn û xwest ew bêne cezakirin.
Yekem car e ji siyaseta kurdan ji ber tevgereke wisa ya weşanên dewletê serî li dadgehê dide û li mafê xwe digere.


