Diyarname
Bi sedema "Derbe plan kiriye" Serokomarê berê yê Gurcistanê Mihail Saakaşvilli ku li Ûkraynayê bû ji wir hatin dersînor kirin. Beşa parastina sînor a Ûkraynayê ragihand ku di meha rezberê de Şaakaşvilli ji Polonyayê ji ber bi derveyî zagonî ketine welat ew wî bi qaş ve dişînin Polonyayê.
Partiya Saakaşvili daxuyand ku dema ew li Kîevê li restorantê bû ji aliyê hin kesên bi înîforma lê "Nasname nediyar" ve hatiye revandin. Berdevka berê ya Saakaşvilli ya berê Mariana Pochtar ji bo AFP'ê wisa gotiye: "Li gor daneyên il ber destên me niha Saakaşvili dibin Balafirgeha Borispil."
Hat gotin ku êvara dumeşê bi balafirek dê Şaakaşvilli bişînin Varşovaya Polonyayê.
Saakaşvilli di sala 2015'an de bû hemwelatiyê Ûkraynayê, ew wekî Waliyê Odessa hat tayînkirin lê di sala 2016'an de wî îstîfa kir û Partiya Tevgera Hêzên Nû ava kir û ket nava muxalefetê.