Diyarname
Ewropî li ber maçên tûrnûvaya Euro 2020 sor bûne lê li aliyên din ên dinyayê jî maç hene. Yek ji wan maçên Copa America ye. Di Copa America 2021 de Brezîlya û Perû hatin hemberî hev. Di maça nîv finalê de Brezîlyayê bi gola Lucas Paqueta (deqe 35) Herû bi 1-0 têk bir û derket fînalê.
Maça din a nîv fînalê li gor saeta Tirkiyeyê saet 04.00'an de (destê sibê) di navbera Arjantîn û Kolombiyayê de dê bê lîstin. Tîma ku bi ser bikeve dê finalê di bibe reqîbê Brezîlyayê.
Di Copa America de maça sêyemînî 10'ê vê mehê saet 03.00'an de, maça fînalê 11'ê mehê dîsa saet 03.00'an de dê bê lîstin.
Copa America ji aliyê CONMEBOL (Konfederasyona fûtbolê ya Başûrê Amerîkayê) ve tê organîzikerin ku di nav vê rêxistinê de 10 federasyonên welatan hene.