Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SIYAD) ligel Xelatên Siyadê her sal xelatên rûmetê û kedê jî dide. Îsal derhêner Tomris Giritlioglu û lîstikvan û stranbêj Lale Belkis hêjayî Xelata Rûmetê, lîstikvan Necmettin Çobanoglu jî hêjayî Xelata Kedê hat dîtin.
Siyad ji bo belavkirina 56’emîn Xelatên Siyadê roja 4’ê adarê wê merasimê li dar bixe û wê şevê dê van xelatan jî bide.
Derhêner Tomris Giritlioglu bi belgefîlm, fîlm û rêzefîlmên xwe di nav sînemaya Tirkiyeyê de cih giriye. “Suyun Ote Yani”, “Yaz Yağmuru”, “80. Adim”, “Salkim Hanimin Taneleri”, “Guz Sancisi” hin fîlmên wê ne. Bi rêzefîlmê “Asi”, “Gonulçelen” û “Hatirla Sevgili” jî serketina xwe ya di rêzefîlman de nîşanî vê qadê dabû.
Lîstikvan û stranbêj Lale Belkis di salên 1960’î de ket nava “Yeşîlçamê”. “Bitmeyen Korku”, “Tarkan”, “Sezercik Yavrum Benim”, “Dagininik Yatak”, “Beyaz Melek” hin fîlmên ku wê têde cih girtine ne. Belkis di dublajê de jî deng da lîstikvanên wekî Sophia Loren, Ava Gardner û Cahide Sonku. Li aliyê din pirtûkek Lale Belkis bi navê “Îpek Çoraplar” heye
Lîstikvan Necmettin Çobanoglu di gelek fîlman de lîstiye ku fîlmên ku têde listiye Xelata Palmiyeya Zêrîn jî, Oscar jî girtine. Çobanoglu bi fîlmê wekî “Demiryol”, “Kanal”, “Dila Hanim”, “Baraj”, “Uç Arkadaş” ku têde ket nav sînemayê lê fîlmê Yilmaz Guney “Yol” (Rê) kir ku ew li nav sînemayê bê nasîn. Di “Yol” ê ku xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû de Çobanoglu rola karakterê Omer girtibû ser milên xwe. Di fîlmê “Reise der Hoffnung” ê Oscargir de jî ligel Nur Surer lîstibû.
Niha her sê kedkarên sînemayê ji aliyê Siyadê ve bi xelatan têne rûmetdarkirin.
***
Nûçeya Eleqedar:


