Amed
Li Amedê di meha avrêlê de bi giştî 3 hezar û 700 zarokî li fîlman temaşe kir. Ev çalakî di meha gulanê de jî didome.
Şaredariya Yenîşehîra Amedê bi diruşma "Dê hemû zarok herin sînemayê" li dar xist. Li gor vê projeyê li Sînemaya Galeria ya Yenîşehîrê fîlm ji bo zarokan hatin nîşandayîn. Di çalakiyê de Şaredariya Yenîşehîrê û Egîtîm-Sena Amedê bi hev re çûyîna sînemayê organîze kir û di encamê de ji 39 dibistanan zarok birin sînemayê. Di meha avrêlê de 3 hezar û 700 zarok birin sînemayê. Ev xebat di meha gulanê de jî didome û dixwazin ku hejmara zarokên ku birine sînemayê bigihînin 8 hezarî.
Zarokên ku dibin çavdêrî û ewlehiya mamosteyan de bi erebeyan dibin sînemayê pir kêfxweş bûn.
Cîgirê Şaredarê Yenîşehîrê Şerif Turk got ku ev heyecana zarokan ew kêfxweş kirine û wiha berdewam kir: "Ji bo em derfetên xwe pêşkêşî zarokan bikin em di nav hewldanan de ne. Di çarçoveya Şahiya Spor û Çandê ya Ciwanan de jî emê fîlman nîşanê zarokan bidin."