Diyarname
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoglullari bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kirin û got, "Ligel Esar hevdîtinê bikin, ligel PYD'ê jî bikin. Bila ligel PYD'ê xwişk-bira bin."
Erdogan heta niha gelek caran ji Serokomarê Tirkiyeyê Beşar Esad re gotibû "Qujer", lê çend roj berê got "Emê ligel Esad hevdîtinê bikin." Li ser vê guherîna politikaya Tirkiyeyê Hevserokê DEM Partî Bakirhan û Hatimogullari axivîn.
Hevserokên DEM Partî beşdarî bernameya ÎLKE TV ku Dilek Odabaşi bi rê ve dibir bûn û axivîn.
Hatimogullari got, "Erdogan bila ligel Esad rûne, ligel PYD'ê jî rûne. Ligel PYD'ê gelek caran hevditin kirin. Salih Muslim, Asya Abdullah hat vir. Rayedarên dewletê ew pêşwazî kirin. Rastî ev e. Tiştek xweş e. Li Sûriyeyê ji dêvla neyartiyê bila gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja xwe bidin."
Bakirhan jî wisa got, "Em nabêjin bila ligel Esad rûnenê. Bila ligel PYD'ê jî hevdîtinê çêbike. Bawer bikin li Tirkiyeyê kes îtîrazê vê yekê nake. Bila pirsgirêkên Sûriyeyê gelên Sûriyeyê çareser bikin. Ew ji bo ku kurd nebin xwedî mafên xwe hevdîtinê dike. Ji bo statü ji holê rabe dike. Ev yek ne rê ye. Ev yek Tirkiyeyê nikare ber bi pêş ve bibe. Di rewşek wisa de normalîzebûn çênabe. Ji ber polîtîkayên dij kurdan, ji ber şer aboriya Tirkiyeyê di vî rewşî de ye. Hem li hundir, hem li derve normalbûn divê. Bi aqilê MHP'ê normalîzebûn çênabe."


