Diyarname
Ciwanên Sivîl li hemberî Zagona Bingehîn a 82'yan kampanyayeke dan dest pê kirin.
Kampanya bi diruşma "Em bi nîşandayînê dibêjin na" da dest pê kirin. Li gor kampanyayê dê li meydanên bajaran sindoq bêne çêkirin û Zagona Bingehîn a 82'yan ji nû ve bidin ber dengdayînê.
Ji bo destpêkirina kampanyayê li Taksîm Hillê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Berdevkê Ciwanên Sivîl Turgay Ogur got: "26 sal in em bi vê Zagona Bingehîn têne bi rê ve birin. Heta niha gelek guherîn pêk hatine lê kesî dest neda rihê derbeyê. Ev zagona heyî ku dewletê wekî pîroz nîşan dide, azadiyan û cudahiyan talûke dibîne, mirovên tek tîp derdixe holê wekî çavkaniya pirsgirêkên ku îro em dijînin bi xwe ye."
Ogur da zanîn ku ev Zagon dibe sedema derketina pirsgirêkan û wiha berdewam kir: "Îro ger pirsirêka kurd hatibe vê merheleyê, Ergenekon li serê me bûbe bela, hêza leşkerî berdewam be, ger nikaribin pêşî li îşkenceyê bigirin sedema vê Zagona Bingehîn a 82'yan e."
Ogur da zanîn ku li ser vê yekê li 30 welatan û 5 welatan piştgirî ji bo wan hatiye kirin.
Li gor kampanyayê dê sindoq bêne çêkirin û dengên na ji bo Zagona Bingehên a 82'yan bê dayîn.


