QAHÎRE
Li Misrê Meydana Rizgarî bi navê xwe yê orjînal "Meydana Tahrîr" ku bûye wekî nîşaneya serhildana misiriyan duh ji bo îstîfaya Husnu Mubarek 2 mîlyon ket rabûn ser piyan. Qad îro veguherî bû qada şer. Bi êrîşkirina alîgirên Mubarek yên bi hesp û hêştiran şer dest pê kir.
Ajansên El Cezîre û Reuters bûyerên li Tahrîrê bi awayeke zindî diweşîne.
Tankên artêşê xwe ji qadê vekişandin. Bi hezaran alîgirên Mubarek Serhildêran bi hilweşandina welêt tawanbar dikin. Ajansa Reutersê diyar kir ku kes nizanine kî li kê dixe û bi dehan cesed li erdê ne.
Nûçegihanê El Cezîre jî diyar kir ku serhildêran bera alîgirên Mubarek daye, li hinek cihan şer berdewam e.
Niha lî qada Tahrîr nêzî 50 hezar serhildêrên îstîfaya Mubarek dixwazin hene. Piştî serhildana Tunusê ev hefteyekê ye muxalîfên Husnu Mubarek serî hildane û dixwaze Mubarek dest ji desthilatdariyê berde. Mubarek ev 30 sal in li Misrê di desthilatdariyê de ye.