Diyarname
Li derve li gelek cihan qedexe datînin ser kurdî lê ev qedexe zêdetir jî di girtîgehan de bi awayekî giran xwe nîşan dide. Du mînak niha derketin holê.
XWEBÛN NEDAR GIRTIYAN
Ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyekî bi navê Abdurrahîm Akalp nameyek ji bo Cîgirê Hevserokên HDP'ê Alican Unlu şandiye û têde dibêje "Rêveberiya girtîgehê rojnameya kurdî ya heftane Xwebûn nedane wan û sedem wî wekî 'zimanê biyanî' nîşan dane.
LI ŞIRNEXÊ DEST DANÎN SER PIRTÛKAN
Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî gardiyanan bi ser menzelên girtiyan de girtine û dest danîne ser pirtûkên wan ên bi kurdî.
Ji girtîgehê Nezîr Katar di hevdîtina bi telefonê ya heftane ya ligel malbata xwe de qala zordariyên li hemberî wan kiriye. Katar ji bo jina xwe Cihan Katar gotiye gartiyanan bi ser menzelên wan de girtine û dest danîne ser pirtûkên wan ên bi kurdî.


