Amed
Kongreya Civaka Demokratîk encamnameya xwe ya civîna du rojan eşkere kir û piştgirî da pêngava ziman.
Berdevka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Zana ku di meşa ji hêla TZPKurdî ve bi slogana, "Êdî bes e, em mafê perwerdehiya kurdî dixwazin" hate lidarxistin de encamnameya KCD'ê ya li Amedê 2 rojan (21-22 rezber 2008) pêk hat eşkera kir. Zana got ku kongreyek serkeftî pêkanîne û di encama vê yekê gihiştine biryarên girîng.
Di metnê de tê li ser polîtîkayên asîmîlasyonê tê sekinîn û wisa tê gotin: "Helwesta li hemberî asîmîlasyonê wekî yekemîn peywira demokratîk a her kesî ye. Konsepta înkar û tunekirinê yekpare ye. Pûçkirina polîtikayên asîmîlasyon û bişavtinê tê maneya pûçkirina konsepta îmha û înkarê. Ango tê wateya şikandina êrîşên li ser gelê me. Ji ber vê yekê jî divê bi şîara 'Êdî Bes e, Em bi Zimané Kurdî Perwerdeyê Dixwazin' piştgirî ji vê pêngavê re bê dayîn. Û kongreya me bangî gelê kurd kir ku li zimanê xwe xwedî derkeve û daxwaza me ew e ku her kes bi kurdî xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî bike."
KCD'ê li ser Ergenekonê jî nirxandin kir û ev biryar girt: "Tê xwestin ku sûcên Ergenekonê yên li dijî gelê kurd bên veşartin. Lewre Ergenekon aktora esasî ya ku şerê gemar rêve dibe ye. Divê hesaba hemû sûcên şerê gemar ji Ergenekonê bê pirsîn. Ji ber vê yekê jî kongreya me girîng dibîne ku mexdûrên şerê gemar wekî mudahîl tevli Doza Ergenekonê bibin."
Li got metnê li ser hilbijartina herêmî jî di kongreyê de nirxandin hatine kirin û encam hatine girtin. Li ser hilbijartinê KCD gihîştiye van encaman: "Hilbijartina ku di demên pêş de pêk tê, dê rûyê AKP'ê yê veşartî bi temamî teşhîr bike û planên wê xira bike. Baweriya me heta dawiyê bi gelê me heye. Bidestxistina gelek şaredariyan tê wateya avakirina Projeya Xweseriya Demokratîk jî. Ji ber vê yekê jî esasê perspektifa hilbijartinê dê bibe Xweseriya Demokratîk. Di warê siyasî de hilbijartinên herêmî tên wateya referandûmekê di navebar hêzên demokrasiyê û hêzên dewletperest, statûkoparêz û rantçî de. Şaredariyên demokratîk û gelparêz, bersiveke mezin e li hemberî belediyevaniya klasîk a dewletê."