Ciwan Nebî
Şêrezan, yan Şêrezanê Amûdê wekî ku nasnameya xwe ji xelkê standî ciwanke ji bajarê Amûdê ye û wekî komîdyenekî navdar tê nas kirin, nemaze di nav xwendevanên kurd de li Zanîngehên Sûriyayê. Lê navdariya Şêrezan sînorên zanîngehan derbas dike qena di civakên kurdî jî belav bibe wekî komedyenekî jixweber.
Şêrezan ji hemî helbestvan, hunermend û şanogeran di nav xwendevanên kurd de navdartir e. Ev navdariya ku ne xweziya Şêrezan bû, nemaze ku dîmenên ku Şêrezan ew çêdikirin tu armanc li paş wan nebûn ji pêvî ku ew û hevalên xwe demekê bi demkêşî û ken derbas bikin.
Şêrezan radihişt telefonê û li nimreyeke ne bijartî dixist, bi xwedanê wê re dipeyivî, henek dikirin bi canê xwe yê sivik, tiştin digotin wî bi xwe jî nizanî bû ew çi ne, ne jî tu mebest ji wan hebû, lê wan tiştan kenê yê li ser telefonê dianî. Wiha jî kenê hevalên Şêrezan yên li derdora wî roniştî ku radihiştin mobayilên xwe û axaftina Şêrezan rîkorder (qeyd) dikirin.
Şêrezan telefonî hunermendan dike, helbestavanan_ nizanim çi bela xwe firotiye helbestvanan_ û komediyeke zindî û jixweber bi axaftina xwe û wan diaferîne, bi hevalên xwe re fîlmên kin çêdike, hevpeyvînan û bi vîdyoya mobayilan wêne dikin, û carnan stranan jî. Di fîlman yan di hevpeyvînan de wê Şêrezan wekî mînakekî rola helbestvanekî kurd bibe û li ser helbesta kurdî bipeyive û ji nişke ve wê ew vîdyo belav bibe û gotinên wî bibin mînak. Tiştê balkêş li cem Şêrezan zimanê wî ye. Zimanê wî yê taybet bi wî ku tu kes tiştekî ji wî fam nake, ne jî Şêrezan, lê ew ziman kenê mirov tîne û rewşeke bedew ji komedyayê diaferîne, wisajî di axaftina xwe de tu yê Şêrezan bibînî ku ji bakur diçe başûr û tiştên qet têkiliya wan bi hev ve tune dibêje.
Tiştên ku tenê kenê mirov tînin, nêzîkî rewşa me ne, civaka me, partiyên me û rewşa çandeya me bi taybetî, lewra her kes bi bedewiya Şêrezan hest dibe, bi tevî ku gelek rexneyan jî li wî dikin çimkî tabo li cem Şêrezan tune ne, ne jî xêzên sor, hînde ew rexneyê di komediya xwe de li her tiştî dike, li her kesî û wekî mînakekî ji karên Şêrezan dikarim dosya kovara Hecelname bînim ziman. Hejmara taybet bi nivîskar Selîm Berekat ku berî çend mehan derket. Ew hejmar gelekî hate rexne kirin çimkî kesên ku di wê de beşdar ne babetî bûn, lewra gelek gotar li ser wê hejmarê hatin nivîsandin, lê hewldana Şêrezan ji ya tevan bedewtir bû, hînde wî dosyayek dengî bi navê dosya dengî ya kovara Hecelname derxist û di mobayilan de belav bû. Di wê de Şêrezan rola rexnevanekî biribû û kesekî hevpeyvînek li ser wê hijmarê bi Şêrezan re dikir, di wê de û bi awayekî komîdî li ser rewşa çand kurdî dipeyivîn, li ser nivîskaran, lê di dawiyê de gelek babetî jî di axaftina Şêrezan de heb. Encam û armancek jî ku pênûsê nivîskaran ew negihandin me. Lê wekî pirsekê ez dixwazim bikim gelo çima Şêrezan ji dil di komedyaya kurdî de kar nake? Ev pirs min li Şamê ji Şêrezan kir û wî bersiv da min ku ew niha hewl dide wisa bike, nemaze ku hinekan xwe da ye ber wî ji hêla montac û mikiyacê ve, lewra ez gelekî kêfxweş bûm çimkî Şêrezan afirînerekî di warê komedyayê de û heya ji me were em ê hewl bidin ku wî ji armancekê re bikar bînin. Ev erk ya me teva ye, lê bi taybetî ew ya dezgehên kurdî ye ku gereke hêzeke wekî ya Şêrezan winda nekin wekî ku gelek afirênerên xwe winda kirin, nemaze ku em rewşa kurdî û pêwariya komediyayê ji wê li bîra xwe bînîn û Şêrezan dikare bingehên komediyeyeke kurdî damezirîne.
Komediyeyeke ku di destpêke de hest dibî ku tişteke di wê de tune, yan bi dînbûna xudanê wê, lê dema tu biramî tu yê bibînî ku ew tev armanc û hêvî ye, nemaze di rewşa me ya kurdî de ku jiyana me tev bûye komedî, lê komediyeyeke giriyê me tîne û ev e tiştê ku Şêrezan dike, ew radihêje rewşeke kurdî û li ser wê dipeyive, tiştê ku tê ser zimanê wî dibêje û bêyî ku birame wekî suriyalizmekî, û mirov xwe nabîne ku ew dikene û wêne di bala wî de diçin û tên, bi wan hest dibe, bi rewşa xwe ku Şêrezan hewl dide wan bi zimanê xwe yê taybet bigihîne, bi lebt û livên xwe yên ku ne wekî yên tu kesî ne, lewra ew dubare nabin û ev e afirênerî, ma afirênerî dubare dibe?!
Şêrezan dikare komîdiyayeke pirofêşênal çêbike û bi wê gelek nerîn û dîtinan bigihîne, bi wê rewş û şermezariyan tazî bike, kenê me bîne û çendî em pêdiviyên ken in, lê gereke Şêrezan sînoran ji xwe re deyne û gelekî nêzîkî taybetmendiyên xelkê nebe, wisa jî ramanên wa yên oldariyê, û gereke li ser dezgehên kurdî ku hêzeke wekî Şêrezan ji dest xwe nebin, alîkariya wê bikin çimkî ew dikare tiştên gelekî xweşik çêbike, nemaze ku niha bêhtirî 15 TV'yên kurdî yên asîmanî hatin vekirin û rewş bêhtir ji her demê amadeye ku em guh bidin afirêner û hêzên xwe, wisa jî em bêhtir ji her demê pêdiviyê wan e.