Diyarname
Hunermend Îbrahim Tatlises ku niha li başûr avahiyan çêdike ji bo vê yekê bi kurdî reklam çêkir.
Di serdema me ku her tişt dibe qurbana pereyan, kurdî jî dikeve vê rewşê. Vê carê Îbrahîm Tatlises bi kurdî reklam kişand.
Tatlises ku li başûr bi navê "Bexçeya Bihuştê" projeya çêkirina avahiyan daye dest pê kirin ji bo wan bifroşe bi kurdî reklam kişand û ew reklam di televîzyonên başûr de tê weşandin.
Di reklamê de Tatlises ji Îbrahim dipirse; "Tu çi dixwazî?" ew jî bi "Ez vîlla dixwazim"ê bersivê dide û Tatlises dibêje "Villa neman" û berê wan dide projeya xwe ya nû.
Wekî fona reklamê jî muzîka strana "Şemamê" hatiye bikaranîn.
Vaye ew reklam:
Têbiniya Diyarnameyê: Li Tirkiyeyê Youtube qedexe ye. Ji bo klîb û vîdyoyên di Youtube de li Tirkiyeyê hûn temaşe bikin divê hûn li rêya têkbirina vê qedexeyê binêrin.