Diyarname
Ji bo serdema 2024-2025'an a Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê pişke hat kişandin û fîkstur diyar bû. Amedspor maça yekemîn li Fatih Karagumrukê dê bilîze.
Pişkeya ji bo fîkstura 2024-2025'an li Hasan Dogan Milli Takimlar Kamp ve Egitim Tesisleri li dar ket. Bi vê yekê di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de tîmên reqîbên hev diyar bûn. Ji tîmên bajarên kurdan Amedspor hefteya pêşî wê here Stenbolê û ligel Fatih Karagumrukê bilîze. Şanliurfa wê bibe mêvanê Ankaragucu, Igdir wê bibe mêvanê Boluyê, Erzerom wê bibe mevanê Bandirma û Yenî Malatya Spor jî wê li mala xwe Pendikê bike mêvan.
Maçên Lîga 1'emîn roja 11'ê gelawêjê wê bene lîstin. Roja 12'yê rêbendana 2025'an wê serdema yekemîn a lîgê navber bidê. 19'ê rêbendanê serdema duyemîn dest pê bike. Roja 10'ê gulana 2025'an lîg bi dawî dibe.
Di Lîga 1'emîn de maçên hefteya pêşî bi vî rengî ne:
- Bolu - Igdir
- Umraniye - Çorum
- Ankaragucu - Şanliurfa
- Istanbul - Manisa
- Fatih Karagumruk - Amed
- Bandirma - Erzurum
- Sakarya - Keçiören
- Kocaeli - Gençlerbirligi
- Adana - Esenler Erok
- Yeni Malatya - Pendik