Diyarname
Ji bo Dora 3'yemîn a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê îro peşke hat kişandin. Tîmên bajarên kurdan Amed, Diyarbekir, Van û Cizre jî di nav de bûn û reqîbên wan diyar bûn.
Di Dora 3'yemîn de 23 tîmên ku di Dora 2'yemîn de bi ser ketibûn, ligel wan ji Lîga Super a Tirkiyeyê Malatyaspor, Kayserispor, Ankaragucu, Hatayspor, Erzurumspor, Fatih Karagumruk, ji Lîga 1'emîn a TFF'ê 18 tîm, ji Lîgên 2'yemîn jî 39 tîm, bi giştî 86 hene. Ji bo wan pişke hat kişandin.
Di vê dorê de tenê maçek tê lîstin û di maçê de kîjan tîm bi ser bikeve derbasî dorek din dibe. Maçên vê dorê rojên 3, 4 û 5'ê meha sermawezê dê bêne lîstin.
Ji tîmên bajarên kurdan Amed diçe Kastamonu, Cizîr diçe Eskîşehîrê. Her wiha Diyarbekir diçe Sakaryayê, Van jî Sivas Belediyeyê dike mêvan.
Vane tîmên bajarên kurdan û reqîbên wan:
- Îstanbul - Elazig Spor
- Kahraman Maraş - Soma Spor
- Hatay -Şanliurfa
- Sakarya - Diyarbekir
- Yeni Malatya - Artvin Hosa
- Eskişehîr - Cîzre
- Kastamonu - Amed Spor
- BB Erzurum - Karakopru
- Van - Sivas Belediye
- Menemen - Anagol 24 Erzincan
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Diyarbekir Spor û Cîzre Spor bi ser kewtî
- Maçên Kûpaya Tirkiyeyê hatin lîstin
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de tîmên kurdan
Vane hemû maç:



