Diyarname
Ev bi salan e Hollanda bi koalîsyonê tê bi rê ve birin. Ji ber ku partiyên di nav koalîsyonê de li hev nekirin 7'ê vê mehê Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte îstîfa kir. Niha kî dê bikeve cihê wî li Hollandayê nîqaşa sereke ye. Û di nav berendama de navê Wezîra Edaletê Dîlan Yeşîlgoz ku ew bi xwe kurdekî ji Dêrsimê ye derbas dibe.
ROJNAMEYAN CIH DA YEŞILGOZ
Li ser vê yekê rojnameya bi navê "Het Parool" nûçeyek belav kir. Rojnameyê bi sernavê "Wê kî bikeve cihê Rutte?" belav kir û têde ji bo berendaman got ku Dijkhoff û Yeşilgoz gelek li pêş in.
Rojnameyê diyar kir ku ji ber rêberê partiyê veqetiya ye, niha ewê li rêberek nû bigerin û wisa gotiye, "Ligel yên din niha çav li ser Klaas Dijkhoff, Sophie Hermans, Dilan Yeşilgoz û Edith Schippers e."
Rojnameya Het Nieuwsblad jî ji bo Yeşîlgoz wisa got, "Wezîra Edaletê li ser rêya ku bibe rêbera VVD'ê û bikeve cihê Rutte ye. Rêbera VVD'ê ya li nav Meclisa Nûneran Sophie Hermans di hilbijartina nêz bûye de naxwaze bibe rêbera partiyê. Loma Wezîra Edaletê Dilan Yeşîlgoz ji bo rêberiya partiyê ku cihê Rutte bigire yek ji berendamên li pêş e."
Siyasetmedar Dilan Yeşîlgoz di sala 1977'an de li Dêrsimê hatiye dinê, sala 1984'an de ligel malbata xwe çûye Hollandayê. Yeşîlgoz îsal bû Wezîra Edelatê.
REWŞA RUTTE
Serokwezîrê Hollandayê ê îstîfa kirî Mark Rutte wekî serokwezîrê herî zêde li ser kar maye ketiye nava dîroka Hollandayê. Rutte ji sala 2010'an ve ji bo 4 koalîsyonan rêberî kiriye û bûye Serokwezîr. Ji ber nîqaşa polîtîkaya li ser koçberan partiyan li hev nekir û Rutte îstîfa kir.
Îhtîmal ew e ku Hilbijartina Hollandayê di vê meha sermawezê de li dar bikeve. VVD (Partiya Gel a Ji Bo Azadî û Demokrasiyê) ji sala 2010'an ve li Meclisa Nûneran de partiya herî mezin e. Di hilbijartina 2017'an de ji 150 kursiyan 33 kursî bi dest xistibûn û bûbû yekemîn.
REWŞA VVD'Ê
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li Hollandayê jineke kurd bû Wezîra Edalet û Parastinê