Diyarname
Li Tirkiyeyê par bi temamî (pirtûkên bi bandrol û bê bandrol) 580 mîlyon û 956 hezar û 504 pirtûk hatine çapkirin. Dema ev li 80 mîlyon kesî tê belavkirin serê kesî 7 pirtûk dikevin.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê daneyên li ser berhemên muzîk, sînema û pirtûkan belav kirin. Li gor îstatîstîkên Midûriyeta Giştî ya Mafên Telîfê ku di bin banê wezaretê de ye di sala 2017'an de 407 milyon û 739 hezan û 8 heb bandrol firotine, lê di sala 2018'an de 410 mîlyon û 641 hezar û 305 heb firotine. Dema hejmara berhemên ji bo wan bandrol ne mecbûriye jî lê bê zêdekirin hejmara pirtûkên hatine çapdikir digihîje 80 mîlyon û 956 hezar û 504'an.
Di sala 2018'an de hejmara pirtûkên bê bandrol ji salê berê sedî 21 kêmtir bûye.
Li gor berheman herî zêde di warê perwerdehiyê de bandrol hatine firotin. Tenê Fakulteya Rektoriya Xwendina Ji Derve ya Zanîngeha Anadoluyê 2 mîlyon û 122 hezar û 558 pirtûk çap kirine. Lê ev hejmara wan sedî 62 ji hejmara salek berê kêmtir e. Ji ber ku zanîngehê di sala 2017'an de 5 mîlyon û 704 hezar û 425 pirtûk çapkiribûn.
Bi kurtahî li gor pirtûkên hatine çapkirin li Tirkiyeyê serê kesî 7 pirtûk dikin lê di rastiya xwe de ev reqemek bi nîqaş e, ji ber ku dema piranî pirtûk li xwendekaran têne belavkirin, hejmara kesên pirtûkan dixwînin kêmtir dibe û hejmara serê kesî 7 pirtûk jî li hewa dimîne.
***
Li ser 2018'an ên ku derketine pêş:
- 2018: 1923 karker di dema kar de mirin
- 2018: Kî got nûçeyên sporê balê nakişînin?
- 2018: Juriyê pirtûkên salê yên bi kurdî hilbijartin
- 2018: Pirtûkên kurdî yên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: Hemû pirtûkên bi kurdî yên ku îsal derketine
- 2018: 10 nûçeyên di Diyarnameyê de herî zêde hatine xwendin
- 2018: Kurdên me yên ku xatir xwestin
- 2018: Sporkarên herî zêde pere kar kirin
- 2018: UEFA'yê tîmên herî mezin eşkere kirin
- 2018: Di qada navneteweyî de kurdan xelat dan hev
- 2018: DVD'yên van fîlman îsal herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 dewlemendên amerîkayê, di nav de nivîskar jî hene
- 2018: Hunermendên ku îsal herî zêde bilêtên wan hatine firotin
- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê
- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî