Diyarname
Dora 1'emîn a maçên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê hatin lîstin. Di vê dorê de tîmên Lîgên 3'yemîn hebûn ku di nav wan de çend tîmên bajarên kurdan jî hebûn. Ji wa Sîîr Îl Ozel Îdaresî tîma Mardîn BB bi 3-0 têk bir û derbasî Dora 2'yemîn bû. Her wiha tîma Yelîyurt Belediye (Meletî) tîma Adiyaman 1954 Spor bi 1-0, tîma Elezîz Bld jî tîma Batman Petrol Sporê bi 1-0 têk bir.
Bi vî awayî tîmên bi ser ketin û hin tîmên din beşdarî Dora 2'yan bûn ku maçên wan jî dê rojên 20, 21 û 22'yê mehê bêne lîstin.
Ji tîmên bajarên kurdan Elezîz BLd-Diyarbekir Spor (21.10.2020, Saet 13.00), Cîzre Spor - Sîîr Îl Ozel Îdare (21.10.2020, Saet 13.30), Agri 1970 Spor - Ordu Spor dê bi hev re bilîzin.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî dora 3'yan bibin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de tîmên kurdan