Îrfan Amîda
Mekan yek ji hîmên bûneweriyê ya bîngehîn e. Mirov û bûnewerî bêyî mekan nayê fikirîn. Loma jî têkiliya mirov û mekan, beriya hertiştî, di çarçoveya hebûn û nebûnê de ye. Mirov ne bêyî mekan dikare bijî ne jî bêyî mekan dikare bifikire. Xwe bi mekan temam dike. Bisînorbûyîna mekan û bi bandora bisînorkirina mekan mirov dikeve çarçoveya hebûnê.
Lê têkiliya mirov û mekan ne tenê bi fizîkîbûn ango dekorbûna mekan ve sînor kirî ye. Lewra mekan hem bi taybetiyên xwe yên fizîkî hem jî ji taybetiyên xwe yên ku ji encama têkiliya xwe û mirov û zemên derdikeve holê, xwedî kesayetiyekê ye. Zindî û dînamîk e. Û bi vî awayî jî xwedî bandor e. Hem li bûyeran hem jî li kesan bandorê dike. Yek ji diyardeyên encaman e.
Gelek caran encamên bûyerên ku têne qewimîn rasterast bi mekan ve girêdayî ne. Ji loma jî mekan di dîroka mirovahîyê de xwedî rûpeleke girîng e. Gelek caran bûye diyardeya seretayî ya niştecihiyê. Û bûye parçeyeke dîroka gelan.
Carcaran jî hin mekan (wekî rûbar, berî, best, deşt, çiya…) di dîroka gelan de dibin qerektera gelan an jî parçeyeke ji qedera wan. Dibin metaforên herî xurt û watedar yên zimanê wan gelan û ji fîzîkîbûna xwe derdikevin. Li gorî têgihînê têne guhertin û veguherandin. Êdî mekan li gorî wê têgihînê ne tenê cihê lêjiyînê ye. Di heman demê de yên di nava sînorên xwe de dijîn jî vediguherîne û nêrîneke nû diafirîne di asoyê hişê wan de. Wekî ku me gotibû mekan yek ji diyardeyên sînorê fikirîna mirov e, alaveke aktîvîteya hiş e jî.
Bi awayeke zanistî jî, mekan alaveke aktîvîteya hiş e. Afirandina çand û şaristaniyê rasterast bi mekan ve girêdayî ye.
Têkiliya mirov bi mekan re çiqasî xurt be, çi qasî ji mekan an jî mekanan bikaribe xwe xwedî bike ew çend afirîner e. Ger çiqasî ev yek di dema ku têkiliya mirov û mekan têkiliyeke xwezayî bû ye û mirov zêde mudaxaleyên teknîkî li mekan nekiribû de xurtir be jî, di serdema modern, ku mirov bi mudaxaleyên cur bi cur ji nû ve mekan formule û bidirûv kiriye de jî mirov bêyî mekan nikare biafirîne. Di hemû berhem û afirîneriya mirovan de mekan heye.
Ev mekan carcaran welateke carinan di welatekî de çiyayeke, carcaran bajareke carinan jî girtîgehek e di wî bajarî de. Carcaran taxek, kuçeyek, malek yan jî odeyeke di wê malê de. Carcaran çiyayek ya jî şikeftek e di nava wî çiyayî de.
Li gel têkiliya gelan û mekan, têkiliya kes/mirov û mekan jî têkiliyeke pir-rengî ye û bi nêrîn/têgihînê ve girêdayî ye. Helbet di serî de rola xwe ya xwetemamkirina mirov dilîze û bi vî awayî jî tişteke fizîkî ye. Lewra ji sehekên mirov ya herî girîng, ku hebûnê diyar dike, seheka pelandinê ye. Heger ji sehekên mirov yên wekî dîtin, bihîstin, tehmandin bi awayeke fizîkî tune be jî ji hebûna mirov/bûneweriyê re nabe tişteke problematîk. Lê seheka pelandinê rasterast problematîk e ji bo hebûnê. Lewra carcaran dema mirov xwe di valahiyê de hîs dike bi hêsanî pêrgî pirsgirêka hebûnê dibe.
Lê wekî ku me got; têkiliya mirov/kes û mekan ne tenê bi vê têkiliyê ve sînorkirî ye. belê mekan tiştek e û bandorê li ser encaman û a soxî bi hebûna xwe bandorê li ser mirovan jî dike. Lê mekan ji hebûna xwe ya fizîkî bi wêdetir wateyeke jî. Ev wate jî, ji têkiliya di navbera rastiya hundirîn û rastiya derveyîn ya mirov derdikeve holê. Li gel ku mirov/mirovahiyê her xwestiye mekan li gora xwe saz bike, ji nû ve formule bike jî, li gel ku têkiliya xwezayî ya di navbera mirov û mekan de, bi piranî hilweşiya be jî di serdema modernîzmê û kapîtalîzmê de, dîsa jî di vê têkiliya dualî de mirov xwe ji mekan nikare bişo. Ji loma jî bi gelek dîsîplînan têkiliya xwe û mekan dinirxîne, teorîze dike. Mekan dişibîne xwe. Lê ew jî dişibe mekan. Ji loma jî di hemû afirînerîya mirov û berhemên mirov de mekan ya jî bandora mekan heye.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîseke kevn a Îrfan Amîda ye. Wê di Facebookê de tevî vê wêneyê weşandibû. Nivîs û wêne gelek li hev kiribû. Me ji Amîda destûr xwest ku biweşînin. Beşên din ên vê nivîsê hene. Wana jî emê di demên pêş de biweşinin.
***
Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-
- X, W, Q û kurtenameyek ji bo birêz Hasîp Kaplan
- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê
- Notos Oyku û Semîh Gumuş
- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?
- Exlaqê pênûsê
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin


