Îrfan Amîda
Dema li dewletekê yan li civakekê rewşa asayî ji holê rabe, siyaset jî dibe “Girrê Devan”. Hemû stratejî li ser têkbirin û demoralîze kirina rêxistinên hember xwe tê afirandin. Armanca sereke xitimandina hember e. Bi rastî ji stratejiyê zêdetir li gorî taktîkan siyaset tê meşandin. Êdî rasyonelî, realîzekirina polîtîkayên ku têne meşandin zêde di ber çavan re nayê derbas kirin. Piranî bi awayeke reaksiyonel polîtîka tê kirin. Di dem û serdemên kaotîk de hinekî din serdest dibe ev rewş.
Helbet dijwar e di vê serdemê de afirandina polîtîkayê. Lewra birêvebirina rewşa kaotîk xeternak e. Bi qasî îqtîdarê muxalefetî jî rîsk e. Li gel vê yekê jî pozîsyona muxalefetê ji ya îqtîdarê xurtir e. Heger muxalefet rîskên îqtîdarê yên kişf bi kar bîne û yên veşartî jî kişf bike û bike ku îqtîdar wan rîskan jî hilgire dê îqtîdarê bixitimîne. Hêza birêvebirina rewşa kaotîk ya îqtîdarê qels bike ku di gelek gavan de bike çekên îqtîdarê qelp bike. Lê wekî ku me got bi qasî îqtîdarê muxalefet jî xwedî rîsk e. Ger gavên ku li hember îqtîdarê davêjin beramberiya xwe nebînin di civakê de, rîskên xwe jî kişif û zêde dikin. Heger gavên xwe yên ku diavêjin nikaribin teorîze bikin û bingeha realîze kirina wan nikaribin ava bikin, ligel îqtîdarê astengiyan ji xwe re jî derdixin.
Di vê çarçoveyê de ez dixwazim li ser helwesta DTP’ê û birêz Hasîp Kaplan rawestim. Û kurtenameyekê bi rêya Diyarnameyê ji Birêz Hasîp Kalan re bişînim. Bi hêviya ku ragihe birêz Kaplan.
Bi rastî ligel hemû kêmasiyan hebûna we û polîtîkayên we, wekî gelek kurdan min jî kêfxweş dike û pê serbilind dibim, wekî kurdekî. Ligel hemû astengiyên ku ji we re derdixin jî helwestên we û rik û baweriya we hêzê dide gelek kurdan. Lê mixabin di vê dema dawî de ku gelek xetereyan di xwe de dihebîne, helwesteke we, reflekseke we (ku ez dixwazim bawer bikim tenê refleksek, reaksiyonek bû) ez behetandim. Min di rojnameyan de xwend ku hûn amadekariya teklîfa qanûnekê dikin ji bo çend tîpên kurdî. Bi rastî yan ez tênegihîştim ku hûn amadekariya çi dikin yan jî hûn nizanin bê çi dikin. Heger amadekariya we, ji bo çend tîpên kurdî di elfabeya tirkî keve be ezê ji ber xwe û we fedî bikim. Bi rastî ez bi vî awayî dizanim û têra xwe diqehirim. Çi ji min re tirk alfabeya xwe diguherînin an na. Yan jî çend tîpên kurdî di alfabeya tirkî keve ez û hûn û kurd dê çi sûdê jê werbigirin? Na heger amadekariya we ji bo tişteke din be, ji bo qanûneke ku rê li ber kurdî veke be, ji kerema xwe re me agahdar bike.
Mixabin ez ditirsim ku hûn li hember polîtîkayên vê pêngavê ditengijin û bi awayeke reaksîyonel tevdigerin. Ez jî bawer dikim ku AKP bi êgir dilîze û pirsgirêka kurd kûrtir dike. Gavên ku diavêjin dê çi bide kurdan an vî welatî û demokratîkbûnê li aliyekî, şêwaza vê gavavêtinê û hêviyên wê yên partîzanî vî welatî û pirsgirêka kurd ber bi kaosê ve dibe. Dê çi qasî bikaribe vê kaosê bi rê ve bibe hêjayî nîqaşê ye. Helbet peywira DTP’ê jî kişf kirina rîskên AKP’yê, bargiran kirina wê ye. Daxwaza çaresiriyê ye ku her kes dizane bêyî kurdan pirsgirêka kurd çareser nabe. Lê ger ji bo ku hûn AKP’ê têk bibin û bergiya wê bixetimînin, gavên bê pîvan bavêjin dê hûnê rîskan ji xwe re jî zêde bikin.
Lê wekî ku min got, dibe ez tênegihîştibim bê hûn dixwazin çi bikin. ji ber ku ez azadiya zimanê kurdî dixwazim û ezê qet vê daxwazê revîze nekim. Çend tîpên kurdî bikevin alfabeya tirkî dê ji min re bêwate be. Ji xwe tu daxwaza kurdan çênabe di vî warî de. Ne rast e jî. Tirk alfabeyeke çawa bi kar tînin bila bînin. Lê tu mafê wan yê kurdî qedexe bikin tune ye. Mafê wan yê biryardayîna di der barê alfabeya kurdî de jî tune ye. Di heman demê de mafê kurdan jî nîn e ku biryarê bidin di der heqê alfabeya tirkî de. Heger armanc ne afirandina zimanekî nû be.!
Ji loma jî, ji kerema xwe re yan raya giştî agahdar bikin di der barê amadekariya teklîfa xwe de ku ez jî têbigihîhim yan jî dev ji wê amadekariyê biqerin.
Silav û rêz
***
Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê
- Notos Oyku û Semîh Gumuş
- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?
- Exlaqê pênûsê
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin