Diyarname
Mebûsên HDP'ê li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê peyva "Kurdistan" bikar anî, AKP û MHP'ê êrîş kir, lê wan bi paş ve gav neavêt.
Mebûsa HDP'ê Sîbel Yîgîtalp li Meclisê li ser azadiya çapemeniyê li ser navê HDP'ê axivî. Yîgîtalp qala tiştên li Sûra Amedê qewimîn kir û got: "Li Kurdistanê pirsgirêka kurd heye. Rêya çareseriya vê çareseriya siyasî ye. Ji dêvla ku ji bo vê yekê Zagona Bingehîn bê saz kirin AKP ketiye tatêla ku xwe rizgar bike."
Li ser vê yekê Mebûsê AKP'ê yê Stenbolê Mehmet Muş gotina axaftinê girt û got, "HDP'yî her gav li ser cihek ku tune be diaxivin, dibêjin li Kurdistanê wisa bû, wisa bû. Kurdistan ku der e?, cihek bi navê Kurdistanê heye, hebe li ku ye?"
Mebûsê MHP'ê yê Osmaniyeyê Ruhi Ersoy jî axivî û got, "Cihek ku ez naxwazim navê wê jî bînim ziman, wekî ku li welatê me cihek wisa hebe. Em fikra Tirkiye ji herêmên cuda pêktê ji aliyê akademîk, ilmî û siyasî ve red dikin, em qebûl nakin."
Li ser van gotinan Mebûsê HDP'ê Ahmet Yildirim mafê axaftinê girt û got: "Ez ji Wezîrê Tenduristiyê re dibêjim, xetîbên we her gotina dibêjin em mecbûr dimînin bersivê bidin, ev ji bo meqama we eyb e. Min berê jî gotibû, ez niha jî dibêjim. Bi îlmî ez li ser navên erdnîgariyan xebitîme. Serokomar çend sal berê navê Kurdistanê bikar anî ez qala vê yekê jî nakim. Çima divê ev nav bê bikaranîn min 15 deqe ji arşîvên Ataturk anî ziman. Navên cihan dibe ku ne fermî bin lê realîte (rastî) heye. Li Tirkiyeyê cihek bi navê Trakya di fermiyetê de nîn e lê di rastiyê de heye. Bikaranîna me ya navê Kurdistanê nayê wateya cudakariyê."
Li ser vê Mebûsê AKP'ê Naci Bostanci got ku Erdogan navê Kurdistanê bikar neaniye û mafê axaftinê xwe, paşê wisa axivî: "Şerê li hemberî PKK'ê ji bo aştiyê ye. Dema hûn bibêjin Kurdistan hûn neheqiyê li kurdan jî li tirkan jî dikin. Ji bo kesên aştiyê dixwazin zimanê aştiyê ji bo wan lazim e."
Li ser nîqaşan Wekîlê Serokê Meclisa Tirkiyeyê Ahmet Aydin (Mebûsê AKP'ê) gotina Kurdistan ku Erdogan gotiye ji arşîvan xwend û got: "Birêz Serokomar bal kişandiye ser arşîvan û ev nav bikar aniye. Wî peyva Kurdistan qebûl nekiriye."


