Îrfan Amîda
Piştî serdema netewdewletiyê dest pê kir, ji bo ku neteweyên serdest nasnameya neteweya xwe li dewletê bar bikin, pêdivî bi netewperestiyê anîn. Ji bo ku neteweperestiyê bikin hişmendiya kolektîv ya civaka li welatên xwe jî pêdivî bi perwerdehiya bi zimanê neteweyî û perwerdehiya dîroka neteweyî anîn.
Ev bi xwe alaveke pişaftinê bû jî di heman demê de ji bo ku netewên cuda bipişivînin. Lê qîma xwe tenê bi qedexe kirina ziman û çanda neteweyên cuda neanîn. Diviya bû, bi qasî ku nirxên neteweya xwe berze dikirin di dil û hişê neteweya xwe de, neteweyên cuda û kêmnetew jî dilê xwe bibijandana ziman û dîroka neteweya serdest. Loma jî feraseteke nû ya dîrokî ku li ser manîpulasyonê hatiye afirandin ava kirine. Ji loma jî gelek caran nakokiyên mezin û şêwazeke anakronîstîk derketiye holê.
Ev anakronîzm car caran ji ber nezanîna dîrokî derketibe jî, pirê caran ji hişmendiya neteweperestiyê derketiye holê û wekî tercih hatiye bikaranîn. Dewletên rojava jî û yên rojhilat jî ev nêzîktêdayîna dîrokî bikar anîne. Mirov dikare vê nêzîktêdayînê, parîkî wekî taybetiyên dîrokî yên serdema afirandina netewdewletiyê û destpêka îqtîdara bûrjuwaziyê bipejirîne. Lê piştî ku serdemeke din derkete holê bi damezirîna DYA’yê û şoreşa Fransayê êdî mafên mirov û netewayan kete rojevê. Ligel ku bi piraniya netewdewletan xwestin li hember van nirxên nû xwe biparêzin jî piştî demekê gelek dewletan dev ji polîtîkayên xwe yên pişaftinê berdan. Hem mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bi derengî be jî, pejirandin û hem jî naveroka pirtûkên xwe yên dîrokê guhertin û cih dan navên kêmnetewên ku bi wan re dijîn.
Komara Tirkiyeyê jî yek ji wan dewletên ku li ser stûna netewdewletiyê hatiye damezirandin e. Lê ji ber ku bi hin pirsgirêkên bingehîn hatiye damezirandin, hem pişaftineke hovane bikar anîye hem jî şêwazeke dîrokî ya gelekî nêzîkî nijadperestiyê ye, afirandiye. Hem ji bilî zimanê tirkî hebûna tu zimanan nepejirandiye hem jî hebûna tu neteweyan… Dîrokeke mişt manîpulasyon û anakronîstîk, bi hişmendiyeke nijadperestî, ji nû ve nivîsandiye.
Sedema afirandin/nivîsandina vê dîrokê ku gelên li Anatoliyê û Kurdistanê tune dihesibîne, afirandina neteweyekê ye. Dibe ku mirov heta astekê ji bo afirandina nasnameyeke neteweyî biafirîne, dîrokê wekî alavekê bikar bîne, ku gelek dewletan ev şêwaz bikar aniye. Lê tu netew, di dîrokê de, li ser înkar kirina neteweyên din nehatiye afirandin. Ligel ku mafên wan binpê kiribin, xwestibin kêmneteweyan an jî gelên cuda yên di netewdeleta wan de dijîn, bipişivînin jî, hebûna wan înkar nekirine. Mixabin Komara Tirkiyeyê ev pêk aniye ku bi vî awayî faşîzmeke nû jî afirandiye.
Komara Tirkiyeyê ev înkarkirin heta destpêka têkiliyên bi YE’yê (Yekîtiya Ewropayê) re, manîpulasyonan û bi dîrokeke anakronîstîk domandiye û xwestiye ku gelên din dilê xwe bibijînin tirkbûyînê. Lê piştî ku têkiliya YE’yê parîkî germ bû êdî hebûna hin gelan di pirtûkên xwe yên dîrokê de pejirand û cih da wan. Êdî gelên mîna ermen û suryaniyan ku îsewî ne li gel hin manîpulasyonên dîrokî di pirtûkan de cih digirin.
Ev yêk, ligel kêmasiyên xwe, gaveke girîng û li gorî taybetiyên heyama dîroka siyasî ya îro ye. Lê xuya ye ku ev parîkî ne ji ber pejirandina taybetiyên dîrokê û siyaseta îroyîn tê, piranî wekî manîpulasyon û xapandinekê ye. Lewra ne pirtûkên dîrokî rûpelên xwe ji kurdan re vekirine ne jî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatiye pejirandin. Ji bilî vê yekê jî, yek ji taybetiyên vê serdemê jî ew e ku mafên gelan bêne pejirandin û ji bo ku ew maf bêne jiyîn jî, dewlet divê peywirên xwe pêk bînin.
Lê mixabin ji dêvla ku vê yekê pêk bîne, yanî ji bo ku zemîna jiyîna mafên gelan û kesan ava bike, hê jî çivan dide xwe. Ji xwe vîna ku vê yekê pêk bîne tune ye bi aktorên siyaseta vê dewletê re. Sedema vê yekê jî ev e ku ew anakronîzma afirandinê di hiş û mejiyê gelê tirk de cih girtiye. Li gel ku, wekî netewe, xwedî îqtîdar in û vê îqtîdara netewdewletiyê gelên din dîl girtine û dipişêfe jî wekî 85 sal berê bi dirûşmeyên kuvva-i milliye û bi ala xwe derdikevin holê. Dîsa wekî ol jî, li gel ku xwedî qerektereke Îslamî ye û heta niha bi vê qerekterê gelek caran qetlîam li oldarên din kirine jî wekî mazlûman derdikevin holê. Ji xwe anakronîzma herî mezin jî ev e. Ji lewra jî tu zemîna veguherîna civak û netewdewletê tune ye. Û ji loma jî têkiliyeke paradoksî di navbera civaka tirk û neteweya wê de heye û ji ber vê yekê jî li hember veguherînê bi rik e.
Rik û pîkoliya li hemberî veguherînên siyasî, redkirina taybetiyên serdemê, bi awayekî li hemberderketina diyalektîzmê û anakronîzma siyasî ye. Tu dewletê heta niha bi anakronîzma siyasî hebûna xwe nedomandiye. Heger nirx û siyaseta dewletekê bi qasî rûpelên dîrokê kevn bûn, di hundirê xwe de dirize. Lewra gelên bindest, ol û baweriyên bindest yên vê dewletê jî êdî bi vê anakronîzmê dihisin û deşîfre dikin.
Îro Komara Tirkiyeyê jî di vê pêvajoyê de ye. Di anakronîzma siyasî de rik komarê ber bi rizîna hundirîn ve dibe. Ji lewra kurd êdî, ji bilî nasnameya xwe ya neteweyî û nirxên netewî/mafên neteweyî, bi taybetî û nirxên vê serdemê jî hesiyane û civak ber bi vê zemînê de diçe. Kurd êdî anakronîzma siyasî ya vê dewletê deşîfre dikin.
***
Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin