logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Notos Oyku û Semîh Gumuş

“Notos Oyku” wekî edebiyateke nêzîkî zimanê kurdî bû û dixwaze ku edebiyata zimanê kurdî bi tirkan bide naskirin.

  • Dîrok: 13/08/2008
  • Beş: Serbest


Îrfan Amîda

Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke siyasî ya vî welatî ye, pêdivî bi nirxandineke siyasî hatiye dîtin û loma jî têkiliya kurd û tirkan heta niha, her di çarçoveyeke siyasî de hatiye nirxandin. Peyva kurd bi tena serê xwe wateyeke siyasî dinimîne, hem ji bo tirkan hem jî ji bo kurdan.
Di vê konjunkturê de helbet ev ne tişteke xelet e. Lewra li peyva kurd û kurdî xwedîderketin, di pergala dewleta tirk de helwesteke siyasî ye. Tişta xelet ew e ku tu kes, rêxistin an jî partiyên ku jiyana bihevreyî diparêzin, ji bo jiyana bihevreyî tu nirxan naafirînin.
Ji xwe nehewceye ku nirxandinên siyasî mirov bike di vê nivîsê de, lewra rast ya jî ne rast, nirxandinên siyasî têne kirin û her kes li gorî xwe çareseriyan diafirîne. Girîngtirîn pirs ew e ku kî di qada xwe de çi dike di derbarê vê pirsgirêkê de? Gava ku mirov rêxistinên sivîl û siyasî dinirxîne, têdigihîje ku kêm yan jî zêde ji bilî hin refleksên siyasî û daxuyaniyan tu tişt nayê kirin. Di vî warî de zêde rîsk nayê hilgirtin û parîkî li hêviya wijdanê pergalê tê rawestin.
Bi qasî ku aliyê tirkî bi vî rengî li aliyê Kurdistanê dinêre, piranî kurd jî, mixabin, di vê çarçoveyê de li aliyê tirkî dinêrin. Ji bilî refleksên siyasî zêde tişteke din nayê dîtin. Û me têr nake jî ji xwe. Em qet li ser qada çand, huner û wêjeyê nasekinin, ku piranî têrkirina van qadan gelan berbihev ve dibe. Heger her du gel bikaribin bi çavê çand, huner û wêjeyê li hev du li aliyê hev du binêrin dê pariyekî din nêzî hev bibin.
Di vê çarçoveyê de divê mirov tiştina eşkere bike. Kurd ji xwe bi awayeke mecbûrî be jî tirkan, wêjeya wan, çanda wan, hunara wan dişopînin. Gelo tirk çiqasî di van pencereyan re li aliyê kurdan dinêrin? Entelektuelên tirk çiqasî (ji derveyî siyasetê) rola xwe dilîzin?
Di van demên dawî de, di van qadan de tiştin hate kirin lê mixabin ev bi rehetî dikarin bêne nîqaş kirin. Hin fîlmên wekî “Gonul Yarası” (Derhener Yavuz Turgul) û  “Buyuk Adam Küçük Aşk” (Derhêner Handan Îpekçi) dibe ku bi dileke safî jî dest avêtibin vê pirsgirêkê û ji hêla xwe de xwestibin tiştina bikin jî, dîsa jî ji gelek aliyan ve têne nîqaş kirin. Di karên ku kirine de gelek caran kurd referans negirtine ku ev bi xwe jî problem e.
Di warê wêjeyê de jî hin şexsiyet an jî saziyên ku di qada xwe de xwestine/dixwazin tiştinan bikin hene. Lê ligel wan jî tu refleksên cidî nehatine rêdan. Bi qasî ku kurdên li wan û edebiyata wan xwedî derdikevin mixabin ew li edebiyata kurdan xwedî dernakevin. Di Festîvala Helbestan a li Stembolê de vêya xwe eşkere kir. Mixabin ligel ku di van salên dawî de edebiyata turdî, li Tirkiyeyê, di nav tevgereke xurt de ye jî nivîskarên tirk an nexwestin ku bibînin an jî nedîtin. Car caran yên ku edebiyata kurdî kirin mijara xwe jî wekî ku dilê xwe pê bişewitînin tevgeriyan û nirxandin. Wekî edebiyateke xwedî qerekter û hêjayî pêşkêşkirina xwendevanên tirk nedîtin.
Di vê çarçoveyê de helwesta Semîh Gumus û “Notos Oyku” hêjayî nirxandinê ye. Berî her tiştî “Notos Oyku” wekî edebiyateke nêzîkî zimanê kurdî bû û di vê çarçoveyê de dixwaze ku edebiyata zimanê kurdî bi xwendevanên tirkî bide naskirin. Ev helwest ji gelek aliyan ve birûmet e. Heger mirov polemîkên ku piranî kurdên bi tirkî dinivîsînin derxistine, bi bîr bîne ev helwest hinekî din dê baş bê nirxandin.
Ez dixwazim hinekî behsa vê meseleyê bikim. Dema ku Semîh Gumus dê dest bi weşandina kovara Notos Oykuyê bikira, ji min, Lal Laleş û Sîdar Jîr re gotibû: Ez dixwazim di her hejmarê de bi kêmanî çîrokeke bi kurdî hûn ji me re wergerînin tirkî û da ku em di kovarê de biweşînin.
Bi rastî di wê kêlîkê de ez bi xwe zêde li ser vê helwestê ranewestiyam. Ji bo pejirandina kurdî di baweriya nivîsa bi kurdî de bûm. Vê helwestê gelekî bala min kişand ji lewra nivîsên bi tirkî yên li ser edebiyata kurdî nedixwest. Rasterast wergerên ji kurdî dixwest ku ev pejirandina edebiyata zimanekî û rûmetdayîna zimanekî bû. Ev helwest nedişibiya wekî helwesta ku kurd pirtûkên bi kurdî (bi piranî ji bo kurdan) wergerînin tirkî. Dixwest ku edebiyata kurdan ji hêla tirkan ve bê nasîn ku hem helwesteke siyasî hem jî helwesteke entelektuelî û edebî bû.
Ji roja ku dest bi weşandina kovarê kir û heta niha jî hem Notos Oyku hem jî Semîh Gumus ji vê helwest û biryara xwe bi paş de gav neavêtin. Ji bilî vê bi dosyaya “Gelo li Tirkiyê Edebiyateke Kurdî Heye” jî, xwest ku bala xwendevan û derdora edebiyata tirkî bikişîne ser edebiyata kurdî. Di vê pêvajoya ku hin kurdên bi tirk îdinivîsin û kurdî nîqaş dikin û hem jî helwesta dewletê ya li hember kurdî ku statuyeke nexweş li kurdî bar dike, helwesta Semîh Gumus û ya Notos Oyku hêjayî rûmetdayînê ye.

imemzal@hotmail.com 


Têbiniya Diyarnameyê: Li ser vê meseleyê me bi Gerînendeyê Weşanê yê Notos Oyku Semîh Gumuş re hevpeyvîneke kir. Emê sibê wê pêşkêşî we bikin.
 

 ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?

- Exlaqê pênûsê

- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

ETA çekan teslîm dike

ad

NY: 176 hezar kesî koç kir

ad

Erdheja Elezîz: 29 kes mirine (Hat nûkirin)

ad

Tariya jiyanê ji mirinê mezintir û bi xoftir bû

ad

Hikumetê paketa xwe eşkere kir

ad

Baydemîr ji 'Bilboardên Kurdî' beraet kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname