AMED
BDP û KCD'ê daxuyand ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyên bêîteatiya sivîl (raperîna sivîl) didin dest pê kirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew dê sibê (roja 24'ê adarê) yekemîn çalakiya xwe li Amedê pêk bînin û mudaxeleyî vê pêvajoyê bikin.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku heta gavên berbiçav bên avêtin, li qad û meydanan be." Hate diyarkirin ku çalakiya yekemîn sibê ye û kurd 4 daxwazên esasî ji dewletê dikin.
Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, têkildarî mudaxeleyên polîsan ên Konên Çareseriya Demokratîk, operasyonên leşkerî û pêşketinên siyasî yên demên dawî li Cemniyeta Rojnamegerên Bakurê Rojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê BDP'a Amedê û şaredarên navçeyan û serokên navçeyan ên BDP'ê tevlî civina çapemeniyê bûn.
DEMÎRTAŞ: AKP'Ê 8 SAL HEBA KIRIN
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew têkildarî asta pirsgirêka kurd hatine cem hev û wiha got: "Li vî welatî Serokomarê Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka herî bi êş bi nav kir. Lê mixabin di desthilatdariya AKP'ê ya 8 salan de gelek fersendên mezin hatin xerckirin. Me ji bo ev pirsgirêk bi riyên diyalogê û demokrasiyê bê çareserkirin ked da. Di vê mijarê de gelê kurd bi salan e bi awayekî hestiyar nêzîk bû. Lê hikumeta AKP'ê di 8 salên dawî de ji bo çareseriyê fersendên gelek girîng bi dest xistin lê mixabin ji bo berjewendiyên partiya xwe û nêzîkahiyên pragmatîstîk ev fersend hemû hatin xerckirin."
'EM Ê BI RAPERÎNA SIVÎL MUDAXELEYÊ PÊVAJOYÊ BIKIN'
Demîrtaş got ku êdî ew naxwazin pêvajoya bêçareseriyê zêde dirêj bibe û wiha axivî: "Hikumeta AKP'ê pêvajoya hilbijartinê ji bo xwe dike bahane û diwaze ev pêvajo dirêj bibe. Her wiha di vê demê de jî bi operasyonan bingeha tasfiyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê jî êdî dema mudaxeleya siyaseta sivîl a pêvajoyê hat."
Demîrtaş, da zanîn ku ew dixwazin ku di sala 2012'yan de pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ber bi çareseriyekê ve biçe, bi kurdan re aştiyekê mayînde pêk bê û wiha dom kir: "Gelê me di Newroza 2011'an de bi biryar helwesta xwe nîşan da û ev yek ji bo me referans û hêvî ye. Hikumeta AKP'ê vê pirsgirêkê çareser nake. Tu projeya hikumeta AKP'ê ji bo çareseriyê nîn e. Li hemberî vê pirsgirêka mezin hikumet tu daxuyaniyên çareseriyê nade û ji ber vê yekê êdî em helwesta hikumetê qebûl nakin. Her wiha em dixwazin pêşî li pevçûn û mirinan bigirin. Di vê mijarê de em dixwazin seknekî samîmî nişan bidin. Em dixwazin bi çalakiyên bê îtat ên sivîl mudaxeleyê pêvajoyê bikin. Peyama gelê me daye me ev e. Piranîna Tirkiyeyê dixwaze ev pirsgirêk bi riyên aştiyane bê çareserkirin"
'EM Ê JI BO 4 DAXWAZAN HETA HIKUMET GAVÊ DIAVÊJE LI QADAN BIN'
Demîrtaş li ser daxwazên gelê kurd jî rawestiya û axaftina xwe berdewam kir: "Em dê mafê xwe yê berxwedana demokratîk bi kar bînin. Em dê bi rêbaza raperîna sivîl, tu fersendê nedin pevçûnan, bi hêza gel a mezin li qadan bin."
Hevserokê BDP'ê Demîrtaş, daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Bi taybetî em dê 4 daxwazan bikin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, serbestberdana girtiyên siyasî, rawestandina operasyonên siyasî û leşkerî û rakirina benda hilbijartinê. Ev 4 daxwaz dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin mifte. Heta hikumet ji bo van 4 daxwazan gavan neavêje emê li qadan bin. Hem em wekî BDP û hem jî KCD heta hikumet bêdengiya xwe xira bike û di vê mijarê de daxuyaniyekî bide tevî gelê xwe emê li qadan bin"
'NE HÊZÊN EWLEHIYÊ, NÛNERÊN HIKÛMETÊ BIŞÎNIN CEM ME'
Demîrtaş, da zanîn ku çalakiyên wan dê bi rêbazên aştiyane û demokratîk pêk bên û wiha axivî: "Banga me ji bo hikumetê ew e ku ne hêzên ewlehiyê, nûnerên siyasî yên hikumetê bişîne hemberî me. Bila Wezîrê Karên Hûndir bê. Muxatabê me ne hêzên ewlehiyê ne. Êdî bila hikumet sînorên tahamuliya gel bibîne. Êdî hikumet jî Serokwezîr jî divê bi cîdiyet nêzî pirsgirêkan bibe."
ÇALAKIYA YEKEMÎN SIBÊ YE
Demîrtaş, destnîşan kir ku yekemîn çalakiya xwe dê sibê bi tevlîbûna wan û Hevserokên KCD'ê saet di 12.00'an de li ber Mêvanxaneya Şaredariya Amedê pêk bînin.
Selahattin Demîrtaş, bilêv kir ku dema çalakiyan tune ye û wiha got: "Em dê çalakiyên bê îtatiya sivîl li her derê heta encamekê bigirin bidomînin. Êdî tu tehemuluya me li hemberî polîtîkayên hikumetê yên bêçareseriyê nema ye. Êdî emê jî li van qadan bibêjin Êdî Bes e. Ev yek razemeniyekî hilbijartinê û hesabeke wisa nîn e. Ev hildaneke aştî û demokrasiyê ya li dijî helwesta hikumetê ye"
TURK: HETA PÊNGAV NEYÊ AVÊTIN, GELÊ ME DÊ LI MEYDANAN BE
Pişt re Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk axivî û da zanîn ku xemsariya hikumetê ya li hemberî çaraseriya pirsgirêka kurd dê rê li ber pêvajoyeke xetere veke û wiha got: "Ji bo ku em rê li ber pêvajoyeke xeternak a şer bigirin û daxwazên gel ji aliyê hikumetê ve bêne dîtin, em eşkere dikin ku em ê çalakiyên raperîna sivîl bidin dest pê kirin. Heta ku daxwazên gelê me neyên bersivandin, heta pêngavên ber bi çav neyên avêtin em ê tevî gelê xwe li meydanan bin. Em bang dikin ku gelê me dakeve kolanan. Çalakiyên me çalakiyên demokratîk in. Em ê bi baldarî çalakiyên xwe yên sivîl pêş bixin. Heke bên bi panzeran jî pêl li me bikin, em ê bi paş ve gav neavêjin. Ev daxwazên gelekî ne. Em dixwazin her kes vê rastiyê wisa fêm bike. Ez bawer dikim ku dê rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye jî. Em vê çalakiyê ji bo ku Tirkiye ji pirsgirêkeke xwe rizgar bibe, pêk tînin. Em dixwazin wisa bê fêmkirin."
TUGLUK: EM DIXWAZIN BIBIN MUDAXÎL Û ÎNSIYATÎFÊ BIGIRIN
Herî dawî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk mafê axaftinê wergirtin û da zanîn ku gelê kurd di Newrozê de daxwazên xwe yên zelal anîne ziman û wiha berdewam kir: "Rayedarên hikumetê û Serokwezîr Erdogan fersendeke din jî heba dikin. Ji bo çareseriyê şert û merc musaît in. Lê mixabin ku hikumet vê fersendê baş nanirxîne. Ev rewş jî me ber bi nezelaliyekê ve dibe. Ya rast ew e ku em ji ber fikara ku pêvajo dibe ku ber bi xetereyeke mezin ve biçe, biryara çalakiya rûniştinê didin."
Tugluk destnîşan kir ku vê çalakiyê ji bo 4 daxwazên rewa û mafdar biryara raperîna sivîl didin. Em ê di vê têkoşîna xwe de bigihîjin armanca xwe û em ê rê li ber şerxwazan bigirin.