• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçeyên Çandî

TZPKurdî ji bo ziman li Batmanê mîtîngê li dar dixe

Dîrok : 30 08 2008 | Beþ :

Nûçeyên Çandî

 


Diyarname

Encamnameya Duyemîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) ku di navbera 27-28’ê Tebaxê de, li Amedê bi dirûþma “Êdî Bes e Em Perwerdehiya Bi Zimanê Xwe Dixwazin” pêk hat, hate daxuyandin

Di konferansa ku bi beþdariya 60 delege û gelek mêvanan pêk hat de, xebatên TZPKurdî yên du salan, asîmîlasyon û otoasîmîlasyona li ser zimanê kurdî bi berfirehî hatin nirxandin. Di encamnameya konferansê de tê gotin: “Ji aliyê delegasyona konferansê ve hate diyarkirin ku gelê kurd bi hezaran sal e li ser axa Mezopotamyayê dijî û li ser vê axê avakarî û çavdêriya gelek þaristaniyan kiriye. Çawa ku gelê kurd xwedî dîrokeke kevnar e, wisa jî xwedî ziman û çandeke dewlemend e. Zimanê kurdî yê dewlemend ji hezar salî vir de xwediyê wêjeyeke nivîskî ye. Ji Baba Tahirê Hemedanî heta Ehmedê Xanî, ji  Evdila Goran heta Cegerxwîn bi sedan kesên wêjekar bi vî zimanî berhem dane. Îro jî digel hemû astengî û tengasiyan her sal bi dehan berhem bi vî zimanê xweþik têne nivisandin.”

Di encamnameyê de li ser polîtîkayên piþaftin û asîmilasyonê li yên li ser gelê kurd têne meþandin jî tê sekinîn û wiha tê gotin: “Zimanê kurdî li Tirkiyeyê zimanê zêdeyî 20 mîlyon kesî ye. Girseyeke ew qas mezin ji ber polîtîkayên înkar û piþaftinê yên komara ne-demokratîk, ji hemû mafên çandî û zimanî bêpar maye. Vê yekê zerareke mezin daye ziman û çanda kurdî. Ligel vê yekê jî gelê kurd ji bo parastin û pêþvebirina zimanê xwe li ber xwe daye, bi derfetên xwe zimanê xwe parastiye û heta îro aniye...”
Konferans radigihîne ku Komara Tirkiyeyê wekî gelek dewletên destpêka sedsala 20’an wekî netewe-dewletekê ava bû, di wê demê de ziman û çandên cuda li ber armanca sereke ya netewe-dewletan wekî asteng dihatin dîtin, lewre jî xebat ji bo piþaftina wan dihat kirin. Li gorî zihniyeta wê demê ne mimkûn bû du ziman bi hev re bijîn. Lê ew dem û dewran derbas bû. Mirovahiyê ew qonax li pey xwe hiþt. Dem dema pirçandî û pirzimanî ye. Pirzimanî êdî wekî dewlemendî tê nirxandin.”

Delegasyona konfrensê got ku gelê kurd êdî bi her awayî hiþyar bûye û polîtîkayên li ser xwe qebûl nake, êdî dem hatiye ku rayedarên Tirkiyeyê dev ji van polîtîkayên kevneperest berdin û ziman û nasnameya kurdî qebûl bikin. Gotina delegasyona wisa dom kir: “Êdî tê zanîn ku tu ziman li hemberî zimanekî din ne asteng e. Zimanê kurdî jî li ber zimanê tirkî ne asteng e. Fermîkirina zimanê kurdî, nasîna zimanê kurdî tu zirarê nade zimanê tirkî. Berevajî vê yekê, zimanê kurdî çiqas bê parastin û pêþvebirin dê riya geþbûna zimanê tirkî jî vebe. Di sedsala 21’an de qedexekirina zimanekî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û karekî rûreþiyê ye.”

Ji aliyê delegasyona konferansê ve hate destnîþan kirin ku hewcedarî pê heye gelê kurd ji bo daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dakeve kolanan û bi avayekî demokratîk van daxwazên xwe bi lêv bike. Ev yek mafê gelê kurd yê herî demokratîk û rewa ye. Ji ber vê yekê delegasyona konferansê ji bi daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî biryara gelek rêzeçalakiyan da. Dîsa hate desdtnîþan kirin ku ev rêzeçalakiyên ji bo daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dê bi hemû sazî û dezgeh û rêxistinên gelê kurd re bêne lidarxistin.

Di dawiya konferansê de ev biryar hatin girtin û ji bo raya giþtî hatin eþkerekirin: 

1) Ji bo çareseriya pirsgirêka zimanê kurdî divê pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe. Ji bo vê yekê modela herî baþ modela Xweseriya Demokratîk e. Ev model destûrê dide ku her kom li gorî pêdiviyên xwe pergala xwe ava bike û çand û zimanê xwe biparêze û bi pêþ ve bibe. Lewre delegasyona konferansê bang li dewletê kir ki Xweseriya Demokratîk a Gelê Kurd bipejirîne.
2) Delegasyona konferansê bang li dewletê kir ku zimanê kurdî bi awayekî fermî bipejirîne, têxe bin ewlehiya zagona bingehîn. Di makeqanûnê de zimanê kurdî wekî kelepor û dewlemendiya vê xakê bibîne. Her wiha parastin û pêþvebirina zimanê kurdî jî wekî peywireke xwe bibîne. Ji bo vê yekê jî di zûtirîn demê de hemû astengiyên qanûnî û neqanûnî yên li ber zimanê kurdî ji holê rake. 
3) Delegasyona konferansê destnîþan kir ku divê zimanê kurdî ji kireþan bigre heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Yanî di hemû astan de bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn.  Ji bo vê yekê merca sereke ev e ku karê perwerdehiyê ji bin desthilatiya dewletê derkeve, bikeve destê rêveberiyên gel. Ev yek dê bingeha demokratîkbûna perwerdehiyê jî veke û bihêle ku her kom li gorî pêdiviyên xwe pergala xwe ya perwerdehiyê ava bike. Lewre delegasyona konferansê bang li dewletê kir ku di vî warî de mercên pêwîst biafirîne. Ji bo vê yekê jî di asta navendî de jî hinek gavên ku bêne avêtin hene. Wekî gava yekem di zanîngehan de ji bo ku rastiya gelê kurd were pejirandin û fêmkirin divê beþa kurdolojiyê, enstîtuyên perwerdehiyê bêne vekirin. Her wiha ji bo pêkanîna bingeha perwerdehiya bi zimanê kurdî jî pêwîst e ku beþa ziman û wêjeya kurdî û beþa mamostetiya zimanê kurdî bêne vekirin.
4) Delegasyona konferansê bang li dewletê kir ku ji ber asîmîlasyona ku li ser ziman û çanda kurdî kiriye lêborînê ji gelê kurd bixwaze û ji bo ku tehrîbatên li ser zimanê kurdî çêbûne rast bibin ji bo demekê cudahiya pozîtîf ji bo zimanê kurdî bike.
5) Delegasyona konferansê bal kiþand ser guherandina navên cih û warên kurdan ên resen û destnîþan kir ku navê hemû cuh û warên kurdan ên resen hatine guherîn. Lewre bang li dewletê kir ku navên wargehên kurdan ên ku hatine guhertin wek reseniya wan bipejirîne û di qada fermî de bi vî awayî bi kar bîne.
6) Delegasyona konferansê destnîþan kir ku dewletê rê li ber îbadetê zimanê kurdî girtiye ku ew jî tê wateya înkarkirina Xwedayê Mezin û Quran’a wî ya pîroz. Lewre delegasyona konferansê bang li dewletê kir ku dest ji vê helwesta xwe ya li dij Ola Îslamê berde û hemû astengiyên li ber îbadeta bi kurdî rake.
7) Delegasyona konferansê destnîþan kir ku dê ji bo daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi dirûþma “Êdî Bes e Em Perwerdehiya bi Zimanê Xwe Dixwazin” dê bi sazî û dezgehên kurd re gelek çalakiyên demokratîk lidarbixin. Ji bo vê yekê jî di 10’ê Îlonê de li Batmanê dê bi vê munasebetê mîtîngek bê lidarxistin.
8) Delegasyona konferansê bang li hemû sazî û dezgehên kurd kir ku bi TZPKurdî re van çalakiyan lidarbixin û li van çalakiyan xwedî derkevin. Dîsa bang li gelê kurd kir ku bi awayekî çalak, bi ruhekî seferberî, di serî de mîtînga Batmanê; beþdarî hemû çalakiyên ji bo daxwaza mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bibin û heta vî mafî bi dest dixin têkoþîna xwe bilind bikin.  
9) Delegasyona konferansê bal kiþand ser helwesta Hukumeta Herêma Kurdistana Federal ya fermîkirina zaravayê soranî. Hate gotin ku ev yek tu faydeyekê nade gelê kurd û yekitiya wî. Berewajî vê yekê, ev yek zerareke mezin dide yekitiya gelê kurd û di xizmeta dijminên gelê kurd de ye. Lewre bang li Hukumeta Herêma Kurdistana Federal kir ku dest ji vê biryara xwe berde û digel zarawayê soranî zarawayê kurmancî jî di hemû qadên fermî de bi kar bîne.

***

Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Konsereke ji bo piþtgiriya çapemeniya azad

Konsereke ji bo piþtgiriya çapemeniya...

13 08 2022

 Fîlmên vê hefteyê

Fîlmên vê hefteyê

13 08 2022

Ewê serketiyên Gûzeka Zêrîn diyar bikin

Ewê serketiyên Gûzeka Zêrîn diyar bikin

08 08 2022

Qeybî ê biwazê temaþe bikerê: BÊDER

Qeybî ê biwazê temaþe bikerê: BÊDER

07 08 2022

Ev jî hene

Portreya evîndara Picasso tê firotin

Portreya evîndara Picasso tê firotin

05 07 2020

Pêþbaziya Huseyîn Çelebî dest pê kir

Pêþbaziya Huseyîn Çelebî dest pê kir

08 07 2011

Li ZB'yê 'Hefteya Zimanê Kurdî'

Li ZB'yê 'Hefteya Zimanê Kurdî'

19 04 2010

"Qutiya Pandorayê" vedibe

22 01 2009

Li vî 'Dengê Bavê Min' temaþe bikin

Li vî 'Dengê Bavê Min' temaþe bikin

03 11 2012

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname