Diyarname
Hêzên Qedafê digel şerawestinê jî ji aliyê qerax û başûr ve ketin Bîngazî ku di destê muxalîfan de bûn
El Cezîre dibêje ku hêzên Qedafî 26 kes kuştine û zêdeyî 40 kesî jî birîndar hene.
Tam di demeke wisa de, ber bi êvarkî balafirên şer ên Fransayê gule bera hêzên Qedafî dan û şerekî nû dest pê kir. Balafiran li 4 tangên Qedafî dan û ew texrîx kirin. Fransayê daxuyaniyeke da û got ku heta Qedafî guh bide biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) dê ev êrîşa wan bidome.
Fransa bi piştgiriya NY û çend welatên mezin êrîşeke wisa da dest pê kirin. Fransa bi 20 balafirên xwe beşdarî şer bû, Spanyayê jî 4 balafirên şer ên F-18 şandin baregeha Îtalyayê. Hate gotin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî amade ye ku bi 2 keştiyên xwe yên şer û 3 keştiyên bin avê ên şer ku fuzeyên Tomahawk bi wan re hene beşdarî vê operasyonê bibe.
Di vê navberê de televîzyona dewletê ya Lîbyayê îdîa kir ku wan balafirekî Fransiz daxistene.
Pentagonê ragihand ku ev operasyona ku li Lîbyayê li dar e navê wê "Operasyona Berbangê" ye.